5 Kurdistaniyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor kir

5 Kurdistaniyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor kir

Greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd gihişt astek krtîk. Li bajarê Hamburga Almanyayê tevî Berdevkê Meclîsê Gel 5 Kurdistaniyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin.

Çalakiyên bi armanca piştgiriyê yên ji bo girtiyên Kurd ên ku 63 roj in berdewam dike, didomin. Li bajarê Hambûrga Almanyayê 5 Kurdistaniyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin.

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku roja pênşemê li Dêra Sant Georg hatibû destpêkirin, ji ber greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd gihişt astee krîtîk çalakiya xwe veguherand greva birçîbûnêya bêdem û dorveneger.

Li ber dêrê daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî hate lidarxistin. Berdevkê Meclîsa gel a Kurdan Alî Yavru daxuyanî da û diyar kir heta daxwazên girtiyan neyê qebûlkirin ew dê têkoşîna xwe bidomînin. Yavrû bal kişand ku tecrîda li ser Rêberê Geê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku ji bo ew dengê xwe tevlî dengê girtiyan bikin çalakiya xwe vediguherînin çalakiya bêdem û dorveneger. Yavrû bang li Kurdan kir ku piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan.

Navê Kurdistaniyên dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin wihan e: Ali Yavru, Abdullah Doðan, Mahmut Kaya, Roni Tekman, Hasan Tuncel.