5 HDK'yî yên ku belavoka 'Debara me nabe' belav kirin, hatin destgîrkirin

Li Mêrsînê 5 HDK'yî yên ku belavoka 'Debara me nabe' belav kirin, ji hêla polîsên Tirk ve hatin destgîrkirin.

Meclîsa Bajêr a Mêrsînê ya Kongreya Demokratîk a Gelan ji bo ku belavokên, ''Debara me nabe'' belav bikin li ber Pozcu  Platîn a Navçeya Yenîşehîrê stand vekir.

Polên Tirk ji HDK'yiyan xwestin ku stand were akirin. Piştî ku HDK'yiyan stand ranekirin polîsan ji Dozgeriya Komarê ya Mêrsînê biryara komkkirina belavokan dane derxistin. Polîsan ên ku biryar dane HDK'yiyan xwestin ku dest li ser belavokan deynin.

Selahattîn Guvenç, Sabriye Kozan, Ahmet Tekî û 2 HDK'yiyên din ku navê wan diyar nebû hatin destgîrkirin.