Kurdê bi navê Abduselam Irmak ê ji Batmanê ku bi mêvandarî li cem lawê xwe yê li Manavgat a Antalyayê bû ev 4 roj in wenda ye. Li gor agahiyên ji malbatê hatin girtin Abduselam Irmak ê 54 salî di demên dawî de ji aliyê derûnî ve nexweş bû roja 26'ê Gulanê piştî nimêja sibehê bê haya malbatê jê hebe li Manavgatê derdikeve derve û careke din agahî jê nayê standin. Malbat, xizm û Kurdên li herêmê ji bo dîtina Abduselam Irmak seferbûn lê belê tevî hemû hewldanan jî hêna tu encam bi dest nehatine xistin.
Hat zanîn ku malbatê serî li emniyetê jî daye, lê belê di qeydiyên wan de navê Abduselam Irmak derbas nabe. Kurê Abduselam Irmak Mehmet Salih Irmak ragihand ku bi wendabûna bavê wî re malbat tev perîşan bûye û çar roj in tevî hemû hewldanan jî wan hêna tu agahî nestandine. Mehmet Salih Irmak ragihand ku bavê wî bê pêlav bi şimikek kesk ji mal derketiye û herî dawî pantolonekî grî û gomlekekî grî yê tarî û bi xet bi markaya Kiðili lê ye. Her wiha Mehmet Salih Irmak derbarê agahiyên nasnameya bavê xwe de ragihand ku Abdulselam Irmak di sala 1958'an de li Gundê Gokçepinar ê Kercews a Batmanê ji dayik bûye û xwendin û nivîsandina wî tune ye. Salih Irmak bang li her kesê hestiyar kir ku ji bo dîtina bavê wî bibin alîkar û yên ew li cihekî dibîn wan agahdar bike û bi telefon an mailê wan agahdar bike. Telefon û emaila wan jî wiha ye: 05337757270
[email protected]