Çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di bin pêşengiya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê 12’ê Îlonê hat destpêkirin, her roja ku diçe beşdarbûn zêdetir dibe. 4 girtiyên ji doza MLKP’ê girtî yên li Girtîgeha Tîpa F ya hêjmar 2 ya Tekîrdagê jî beşdarbûn.
Çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê 12’ê Îlonê ji bo pêkanîna mercên azadî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina astengên li pêşiya zimanê Kurdî di roja 62’mîn de didome.
Daxuyaniya ku li ser navê Seyfî Polat, Erdener Demîrel, Irfan Gerçek û Alî Haydar Keleş ku ji doza MLKP’e li Girtîgeha Tîpa F ya hêjmar 2 ya Tekîrdagê girtîne, hate ragihandin ku ji 12’ê Mijdarê pêve dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.