4 ciwanên HDP'yî hatin destgîrkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 4 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatin destgîrkirin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 4 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatin destgîrkirin.
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê meşandin de, danê sibehê li Wan, Mêrsîn, Sêrt, Colemêrg û Rihayê polîsan avêtin li ser gelek navnîşanan. Di serdegirtina polîsan ên li dijî endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de Veysel Tarhan, Berfîn Acat, Nesîne Guzel, Yakût Aykût û Bariş Çelebî hatin destgîrkirin û birin midûryeta polîsan.
Hate hînbûn ku 3’yemîn Kongreya Awarte ya ku di 27’ê Kanûnê de ji aliyê Meclîsa Ciwanên HDP’ê ve bi şîara “Niha Dema Ciwanan e” hat lidarxistin, weke hincet operasyon hat nîşandan.