35 Şervanên El-Ekrad gihiştin Kobanê

35 Şervanên El-Ekrad gihiştin Kobanê

Ji Lîwaa Cebhet El-Ekrad 35 şervanên ku dewreya pisportiya leşkerî bidawî kirin, ber bi Kobanê ve hatin şandin.

Akademiya Şehîd Elaa ji bo 35 şervanên Cebhet El-Ekrad ku beriya niha tevlî şer û pevçûnan bûne, dewreyek perwerdeya leşkerî ya pisportî organîze kir. Deweya bi navê Şehîd Ebdo Mesrûi meh û nîvekê dewam kir.

Di dewreyê de şervanan waneyên leşkerî û ramyarî birin û bi merasîmeke leşkerî bidawî bû.

Şervanên ku tevlî dewreyê bûne beriya niha dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşên êrîşî herêmên wan ên li bajarê Helebê û derdora wê kirin gelek caran tevlî şer bubûn.

Piştî bidawîkirina dewreyê her 35 şervanên El-Ekrad berê xwe dan herêma Kobanê da ku parastina wê ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bikin. Hat zanîn ku şervan şevê din gihiştin Kobanê û dest bi çalakiyên leşkerî kirin.