26 xwendevanên endamê ‘Bê war’ hatin destgîrkirin

Polîsan êrîşî endamên "Bê war"ê ku ji bo balê bikşînin ser fatûreyên zêde yên elektrîk û gaza siruştî zincîra fatûreyan çêkirin kir, li 26 xwendekaran xistin û ew destgîrkirin.

Endamên "Bê war"ê ku berê ji ber buhabûna kirê ya zêde û kêmbûna stargehan bi mayina li parkan hewl dan balê bikşînin ser pirsgirêkên ku dijîn, vê carê bi fatûreyên xwe li Kolana Îstîklalê ya Taksîma hatin cem hev.

Xwendevanên zanîngehê yên ku bertek nîşanî buhabûna fatûreyên elektrîk-gaza xwezayî didin, li Kolana Îstîklalê ya Taksîma zincîra fatûreyan çêkirin.

Xwendevanên ku zincîra fatûreyan çêkirin, li Kolana Îstîklalê bê navber dirûşmeyên, "Em nikarin xwe star bikin û debara xwe bikin" berzkirin. Polîsan êrîşî xwendevanan kir, 26 xwendevan derb kirin û destgîr kirin.