Zarokên Kurd ên ku bûne mexdûrê hovitiya li Girtîgeha Pozantiyê careke din dibin mexdûrê terora girtinê ya dewleta Tirk. Tenê di van sê mehên dawiyê de 25 mexdûrên Pozantiyê hatine binçavkirin û ji vana 15 kes hatine girtin. Bi giştî 150 hezar TL pere li malbatên wan hatiye birîn.
Zarokên Kurd ên li Pozantiyê li rastî taciz, tecawiz û mûameleyên xirab re rû bi rû man û piştî ku ji girtîgehê derketin, van pêkanînên di girtîgehê de deşîfre kirin û ji çapemeniyê re axivîn, vê carê jî bûn hedefa rejîma AKP’ê.
Zarokên malbatên Kurd ên ku ji bajarên cûda yên Kurdistanê ji ber zextên dewleta Tirk li Mêrsînê bi cih bûne, li wir bi zextên dewletê re rû bi rû dimînin. Piştî skandala Pozantiyê, niha jî zarokên Kurd careke din tên komkirin û diavêjin girtîgehan.
Hin zarokên mexdurên Girtîgeha Pozantiyê, yên ku veguhestibûn Girtîgeha Zarokan a Sîncanê, di dîrokên cûda de serbest hatibûn berdan.
Serokê Şaxa Mêrsînê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Alî Tanriverdî, bal kişand ku ji zarokên bûne mexdûrên Pozantiyê tol hildidin û got ku piştî ku zarokan behsa bûyerên li Pozantiyê kirin, bi zextên polîsan re rû bi rû dimînin. Tanriverdî destnîşan kir ku zarok bi heman hincetên dubare tên girtin û li şûna bişînin girtîgehên zarokan, vê carê dişînin Girtîgeha Sergirî ya Mêrsînê.
ZAROKN DÎSA TÊN GIRTIN, MALBAT TÊN CEZAKIRIN
Di van 3 mehên dawiyê de 25 zarokên mexdûrên Pozantiyê bi hincetên “Li dijî qanûna xwepêşandan û meşan rabûne”, “Li hemberî polîsan li ber xwe dane”, “endamên rêxisitnê ne”, “Madeyên teqemenî pêre hene”, hatine binçavkirin û ji wana 15 hatine girtin. Her wiha, 150 hezar TL cezayê pere li malbatên wan hatiye birîn.
ZAROK NABIN GIRTÎGEHÊN ZAROKAN
Zarokên hatin girtin ên bi navê Hasan Katan, Mahmut Aksel, Devrim Eriş, Cengiz Ergun, Alaattin Akgul, Berxwedan Ertaş, Azad Bozkurt, Mehdî Aslan, Hasan Şeker, Ramazan Bıdık, Lokman Aydemir, Ahmet Budak, Remzi Akay, Hasan Kaya, li şûna ku bişînin girtîgehên zarokan, şandin Girtîgeha Sergirtî ya Mêrsînê.