Çalakiya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK’ê ya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwazên gelên Kurd yên demokratîk 12'ê Îlonê destpê kirine ,di roja 44'an de berdewam dike. Li girtîgehata Tîpa L ya Kalkandereyê jî 15 girtiyên din dest bi grevê kirin.
Çalakiya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK’ê ya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwazên gelên Kurd ên demokratîk 12'ê Îlonê destpê kirine, di roja 44'an de berdewam dike.
Ji ber ku vîtamînê B1 nadin girtiyan her ku diçe tenduristiya girtiyan xirab dibe û nexweşî di wan de derdikevin der. Li aliyekî bêdengiya hikûmetê berdewam dike, li aliyê din çalakî her ku diçe belav dibe û zêde dibe.
Li girtîgehata Tîpa L ya Kalkandereyê jî 10 girtiyên din dest bi grevê kirin. Girtiyên ji 24'ê Îlonê ve dest bi çalakiyê kirin wiha ne: Sedat Çayir, Mehmet Înatçi, Îlhan Dayan, Mezher Tumen, Recep Bal, Selîm Erten, H.Mesut Çelebi, Mahsum Kahraman, Edip Erdem û Metin Toprak.
Bi heman armancê di 18'ê Cotmehê de jî Erdogan Dîncer, Ahmet Oguz, Nûçegîhanê DÎHA'yê Faysal Tunç, Kadir Emek û Serdar Toprak ketibûn grevê.