12. Lijneya Giştî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) kombû. Di Lijneya Giştî de dê mijarên pêşveçûnên awarte yên li Kurdistanê, polîtîkaya netewî û yeketiya netewî bên dest girtin, her wiha li gel nûnerên rêxistinên sivîl, partiyên siyasî yên Kurdistan û dîasporayê gelek rewşenbîr û kesayet tevlî dibin.
12. Lijneya Giştî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li paytextê Belçîka Brukselê destpêkir. Lijneya Giştî ya ku wê mijarên pêşveçûnên awarte yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn bigirin dest û 2 rojan berdewam bike, deqîqeyekê li ser giyanê kesên di tekoşîna azadiya Kurdistanê de canê xwe dane sonda Ey Reqîp hate xwendin.
Piştre endamê Rêveberiya KNK’ê Adem Uzun di derbarê amadekarî û rojeva Lijneya Giştî de agahî dan. Piştî agahdayînê Dîwan hate hilbijartin û Serokê KNK’ê Tahir Kemalîzadeh ji Lijneya Giştî re axaftinek kir. Kemalîzadeh ku pêşveçûnên herçar parçeyên Kurdistanê nirxandin û balkişand ser hesasiyetên demê û wiha got: Ji her demê bêhtir pêwîstiya Kurdan bi yeketiyê û di bin banekê de polîtîkaya xwe ya netewî diyar bike heye.
Lijneya Giştî ya bi mijara “rewşa Kurd û Kurdistanê, pêşveçûnên siyasî yên li Rojhilata Navîn û Cîhanê, polîtîka netewî û yeketiya netewî” li gel 30 nûnerên sazî û partiyên siyasî, di nav de serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Zubeyîr Aydar, li ser nave Parlementoya Herêma Federal ya Kurdistanê Dana Sofi jî heyî ji 200 delege û mêvanî zêdetir tevlî bûn.
Di Lijneya Giştî de tê payîn ku li ser mijarên, şert û mercên şer yên li Bakûrê Kurdistanê her ku diçe tund dibin, tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di keve 305 rojan, nîqaşên muzakereyên siyasî, pêşketinên li Sûrî û Başûrê Rojavayê Kurdistanê û di bin şewqa Kongreya Netewî de nîqaş û nirxandinên kûr bêne kirin. Her wiha li gel rojeva siyasî dê bi endamên KNK’ê re nîqaşên navxweyî jî bêne kirin.
Lijneya giştî ku wê du rojan bidome, di roja yekem de dê pêşketinên di rojevê bigre dest, di roja duwem de jî bi sondxwarina endamên nû, raporên komîsyonê û plansaziya dema nû ve derbaz bibe. Çav lê ye ku Lijneya Giştî sibe di demjimêr 17.00’an de bi dawî bibe.