KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Amedê berteka li dijî tecrîda Îmraliyê
Ciwanan li Amedê berî mîtînga 13'ê Cotmehê li ser diwaran nivîsên "Em li hemberî komployê li ber xwe didin û ji bo azadiyê em li Amedê tên ba hev" nivîsîn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
HPG’ê şehîdên Avaşînê bi bîr anî
HPG’ê 3 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî û got: "Hevrêyên me Azad, Delîla û Lorîn bi fedakarî û wêrekî têkoşiyan, bûn navê bawerî, dilsoziya bêheq û têkoşîna bi egîdan e.” -
Heta nefesa xwe ya dawî bû dilsozê nirxên azadiyê
Xebat Turkmen ê piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Rojava tevlî têkoşînê bû, bi têkoşîna xwe ya ji bo xwişk û biratiya gelan nîşanî hemû ciwanên Ereb û Tirkmen da ku çawa dikarin xwe ji hêzên desthilatdar û rejîmên zextê rizgar bikin. -
Balafirên şer ên dewleta Tirk du deverên Raperînê bombebaran kirin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker du deverên navçeya Ranya Îdareya Raperînê a ser bi Silêmaniyê bombebaran kirin. -
Bayindir: Dijminatiya Kurd rê li ber mirina girtiyan vedike
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li şîna Abdûlkadîr Kûday ê li girtîgehê hate qetilkirin axivî, wiha got, “Dijminatiya Kurdan rê li ber mirina girtiyan vedike. Em ê heta pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan têbikoşin.” -
Înfaza girtiyê nexweş hate taloqkirin
Li Êlihê înfaza Nûrettîn Dayan ê ku bi nexweşiya pençeşêra pişikê lê peyda bûye û di qonaxa 4’an de ye, ji bo 6 mehan hate taloqkirin. -
MAK'ê li Geverê li navenda polîsan xist
Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê ragihandin ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê li navenda polîsan xistine û piştre li polîsên tîmên taybet jî xistin. MAK'ê diyar kir ku di çalakiyê de gelek dagirker birîndar bûne. -
Li bejahiya Elbakê operasyona leşkerî hate destpêkirin
Li navçeya Elbak a Wanê, dewleta Tirk gelek herêm weke 'Herêma Ewlekariyê ya Taybet a Demkî' ragihand û dest bi operasyona leşkerî kir. -
KJAR: Ruhê ciwantiyê ne îxanet e, tolhildan e
KJAR’ê bi daxuyaniyeke nivîskî piştgiriya xwe ya ji bo pêngava ‘Dema Tolhildanê’ eşkere kir û got: ‘’Pêngava Dema Tolhildanê pêngava me hemûyan e. Em dikarin bes bi tolhildana şehîdên xwe, xwedî li şoreşa azadiyê derkevin.’’ -
Canpolat: Aştîxwaz divê tevlî mîtîngê bibin
Hevserokê TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat diyar kir ku ew li bendê ne 13'ê Cotmehê li Amedê bi sed hezaran kes tevlî mîtîngê bibin, li ber tecrîdê rabin û got, "Her kesên ku daxwaza aştî û demokrasiyê dikin divê tevlî bibin." -
Andok: Komploger nekarîn bibin asteng ku Rêbertî bigihêje bi milyonan mirovî
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok komploya 9'ê Cotmehê nirxand û got, "Hêzên komploger dixwestin Rêbertî bêbandor bikin, lê belê Rêber Apo îro li tevahiya cîhanê bûye rêberê bi milyonan mirovî." -
Acar: Em xwedî li zimanê Kurdî derkevin, êrîşan têk bibin
Rêveberê Navenda Çandê ya Lêkolîn û Ziman a Arsîsayê Şevket Acar bang li gelê Kurd kir ku li hemberî êrîşên li ser zimanê Kurdî hişyar be. -
Bû sembola fedakariyê: Rojger Gabar
Gerîla Rojger Gabar di lêgerîna azadiyê de xwe nas kir û dît. Li ber ronahiya Rêber Apo bû şervanekî gel û di vê oxirê de canê xwe feda kir. Heta şehadeta xwe li ser rêya şehîdan meşiya. Nîşan da ku çiqasî dilsozê xaka Kurdan e. -
Hêzên PDK’ê li Hewlerê ciwanek qetil kir
Hêzên Zêrevanî yên bi ser PDK’ê ve li ser gundê Korek yê Hewlêrê de girt û ciwanê bi navê Dana Mêdehin ê 20 salî bi çekê qetil kirin. -
Li Agiriyê kesek hat binçavkirin
Adam Purnek ê li Amedê dijî, bi hinceta parvekirinek xwe ya beriya 9 salan li medyaya dijîtal kiriye hate binçavkirin. -
Wê 9 welat û 8 rêxistinên navneteweyî çavdêriya hilbijartinên Başûrê Kurdistanê bikin
Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku ji bo ewlehiya hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê 41 hezar xebatkarên komîsyonê wê beşdarî pêvajoyê bibin û ji aliyê 9 welat û 8 rêxistinên navneteweyî ve bê şopandin. -
Haci Lokman Bîrlîk li Şirnexê li ser gora xwe hate bîranîn
Haci Lokman Bîrlîk ku li Şirnexê di sala 2015'an de piştî hate qetilkirin bi rengekî hovane bedena wî li paş wesayita zirxî hate girêdan û bi erdê re hate kaşkirin, li ser gora xwe hate bîranîn. -
HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, 3 drone hatin xistin
HPG'ê diyar kir ku di serî de herêma rojavayê Zapê li qadên gerîla 3 dagirker hatin cezakirin, wesayiteke leşkerî hate îmhakirin û 3 drone hatin xistin. -
Li Serêkaniyê serdegirtina malan: Yek jê zarok 2 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê serê sibehê di serdegirtina malan de yek jê zarok du kes hatin binçavkirin. -
HPG'ê gerîlayên şehîd Nûda û Şiyar bi bîr anî
HPG'ê gerîla Nûda û Şiyar ên beriya heft salan li Zapê şehîd bûn bi bîr anî. -
Ji bo Mîtînga Azadiyê bang: Çareserî azadiya Abdullah Ocalan e
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, diyar kir ku ew ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ seferber bûne û bang li her kesî kir ku di 13’yê Cotmehê roja Yekşemê de li Amedê bin. -
'Ji bo azadiya Rêber Apo em ê têkoşînê hîn mezin bikin'
Gerîla Botan Kato û Rûken Cizîr diyar kirin ku Komploya Navneteweyî îro bi sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê dewam dike û gotin, "Divê em têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn mezin bikin." -
Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê hatin bibîranîn
Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, di roja 40’emîn a şehadeta xwe de li Silêmaniyê hatin bibîranîn. -
Bakirhan: Divê aştiya Kurd-Tirk a dîrokî bikeve meriyetê
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê bang li her kesî kir ku li ber polîtîkayên şer rabin û got, "Aştiya Kurd-Tirk a dîrokî bêyî rojekê bê taloqkirin divê bi cih bê anîn." -
HPG'ê bîlançoya Îlonê eşkere kir: Yek jê payebilind 28 dagirker hatin cezakirin
Li gorî bîlançoya şer a meha Îlonê ku HPG'ê eşkere kir, yek jê payebilind 28 dagirker hatin cezakirin.