KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke din a gerîla weşand
Gerîla TV, dîmenê çalakiya 12'ê Gulanê ya li navçeya Çelê ku li dijî leşkerên Tirk hate kirin, weşand. -
'Parastina ji xeteriyan bi yekîtiya neteweyî dibe'
Rewşenbîrên ji Hewlêrê li ser pêvajoya yekîtiya neteweyî ya ji aliyê KNK'ê ve hate destpêkirin axivîn û işaret bi xeteriyên mezin ên li herêmê kirin. Rewşenbîran gotin, "Divê zirxekî parastinê yê gelê Kurd hebe. Ew zirx jî yekîtiya neteweyî ye." -
Gelê Şengalê li cih û warên xwe vedigere
Endamê Meclîsa bajarokê Xanesorê yê Şengalê Emer Salih diyar kir, Êzidî ref bi ref vedigerin ser axa xwe û ji bo ji nû ve avakirinê banga alîkariyê kir. -
Çek li destekî, çenteyê tenduristiyê li destê din
Laleş Koçer, ku perwerdeya xwe ya tipê nîvco hişt û ewilî tevlî nava refên YPG'ê bû, piştre jî berê xwe da nava refên gerîla got, "Li çiyayên Kurdistanê, tevî çekê wê çenteyê min ê tenduristiyê jî her tim bi min re be." -
KNK ji bo yekîtiya netewî serdana rewşenbîrên Hewlêrê kir
KNK a ji bo yekîtiya netewî piştî li gel partiyên siyasî civiya, niha jî li gel rewşenbîr û rûspiyan re hevdîtin lidar dixe. KNK piştî Dihokê îro li Hewlêrê bi rewşenbîr, nivîskar û rûspiyan re civiya. -
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê: Em xwedî li Efrînê derbikevin
Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Şengalê ji ber êrîşên dewleta Tirk ya li ser Efrînê û komkujiya li Şehbayê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku heya dawiyê ew ê piştgiriya Efrînê bikin. -
Çalakiya li dijî leşkerên di operasyona dagirkeriyê de: 10 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li dijî operasyona artêşa dagirker a ku dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike, gelek çalakî hatine lidarxistin. Di çalakiyê de 10 leşker hatine kuştin û helîkoptereke Skorskyê bûye hedef. -
Li Colemêrg, Şirnex û Wanê çalakiyên gerîlayan
Li Colemêrg, Şirnex û Wanê gerîlayên HPG’ê li dijî leşker û kontrayên yekîneyên veşartî gelek çalakî li dar xistin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin di çalakiyan de tegmenek, çawişek, 7 jê kontra û bi giştî 17 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne -
Li Bedlîsê 11 siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin
Li Bedlîsê 11 kes hatin binçavkirin. Navên kesên ku hatin binçavkirin jî diyar bû. -
Gerîla wêneyê pêşmergeyê şehîd ji nû ve daliqand
Li navçeya Çoman a Hewlêrê, cihê posterê pêşmergeyekî şehîd, ku hatibû xerakirin ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hate sererastkirin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sabotajê weşand, ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên Tirk hate kirin. -
Alîkariya Bekîr Kaya ya ji bo xizanan weke sûc hate nîşandan
Der barê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya de, ku 8 meh in dîl hatiye girtin, gilîname hate amadekirin. -
Heyeta KNK'ê bi ENKS û Yekîtiya Jinên Kurd ên Sûriyeyê re civiya
Heteta KNK'ê di çarçoveya hevdîtinên platforma hevpar a yekîtiya netewî ya Kurd li Rojava were gotûbêkirin de, bi ENKS'ê û Yekîtiya Jinên Kurd yên Sûriyeyê re civiya. -
Li gund teror pêk anîn: Em nahêlin hûn bijîn
Artêşa Tirk û cerdevanên ku li Liceya Amedê û bejahiya Çewligê di operasyoneke ku lidarxistin de windahiyên giran didan, bi ser gundên derdor de girtin û teror li ser gundiyan pêk anîn -
Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên dagirker çalakî li dar xistin
Gerîlayên HPG’ê li dijî artêşa Tirk a ku dixwest Başûrê Kurdistanê dagir bike du çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de bi giştî 5 leşker hatin kuştin. -
Li Şemzînanê çalakî: 5 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA-Starê di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş li Şemzînan a Colemêrgê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakî li dar xistine.Di çalakiyê de bi kêmanî 5 leşker hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. -
KNK'ê li Duhokê civîna yekîtiya neteweyî pêk anî
KNK'ê, ji bo avakirina platforma hevpar a li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd, li Duhokê bi rewşenbîr, rûspî û Pêşmergeyên Dêrîn civînek pêk anî. -
Li Bestayê birrîna darên mêweyan qaşo polîtîka daristanvaniyê ye
Bi hezaran darên mêweyan ên li Bestayê yên di navbera Gundikê Melî yê Şirnexê û Qilebanê hatine birrîn, hat îddîakirin ku di çarçoveya polîtîkaya Daristanvaniyê de hatine birrîn. -
Li Wanê û Amedê qirkirina siyasî: 32 binavçkirin, 3 girtin
Li Wanê û Amedê 31 DBP’yî û kardar hatin binçavkirin, 3 kes hatin girtin. Nûçegihanekî Medyascope TV jî hate binçavkirin. -
Li Zapê rêze çalakiyên gerîla
Hêzên gerîla, danê vê sibehê li herêma Zapê gelek çalakî li dijî artêşa Tirk lidar xistin. -
Parlamenteran piştgiriyeke xurt dan yekîtiya neteweyî
Parlamenterên Tevgera Goran û Yekgirtû gotin, ew ê bi her awayî piştgiriyê bidin xebatên ji bo yekîtiya neteweyî. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Koordîne weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya 11'ê Hezîranê li dijî çeperên leşkerên Tirk ên li Girê Koordîne yê Çelê pêk anîn, ku di encamê de 10 leşker hatin kuştin, weşand. -
Rêzan ê li ser şopa kekê xwe
Yûsûf Tûran (Rêzan Cûdî), di salên 90'î de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû û şehîd bû. Birayê wî navê wî li xwe kiriye û weke gerîlayekî niha li ser şopa wî dimeşe. -
Berxwedêrên rû li ken ên li Zagrosan
Ciwanên li van çiyan li ber xwe didin her tim li ken e. Gelo tevî ewqas zor û zehmetiyan çawa dibe ku rûyê wan her li ken e? Ji bo bersiva vê pirsê, balê dikişînin ser baweriya ji xwe û erdnîgariya xwe. -
Li Çelê li dijî artêşa Tirk çalakî: 4 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên artêşa Tirk ên ku bi armanca dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonê kiribûn, 2 çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin.