KURDISTAN
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû: Dibe ku Tirkiye bixwaze di civîna NATO'yê de piştgiriyê ji hêzên derve bigire û careke din serweriyê li ser Kurdan bike. Lê belê Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Ne hêsan e ku weke berê Kurd bêne fedakirin.
Di encamnameya “Komxebata Aştî û Diyalogê" ya li Qoserê hat lidarxistin de li dijî pevçûn û mirinên di demên dawî de zêdebûne banga avakirina aştiya civakî ya xwecihî hat kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya 4 hevrêyên xwe yên li Mihabadê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Bi jiyan û karkirina xwe re bûn emsalê rêhevaltiya rasteqîn a ji bo gelê xwe her tim têdikoşe û ti zehmetiyan nas nake.”
KCK’ê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Heval Fuat wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî. Têkoşîna wî wê bibe têkoşîna me.”
Yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan (Fûat) ku 3'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bû, weke şervanekî heqîqetê kete dil û mejiyê gelê xwe.
Hemû Nûçe
-
Li Colemêrgê konçalên ‘ewlehiyê’
Li Colemergê li gelek zozan, gund û navendan, li taxan bi hinceta ‘ewlehiyê’ li ser rêyan konçal hatine vekirin, kevir li wan hatine valakirin û ji çûnûhatinê re hatine girtin. Dewlet qîma xwe bi vê jî neanî û li ser rêya hin gundan deriyê ji pola danî.
-
-
-
-
-
Gerîlayên HPG’ê li Sêrtê çalakî lidar xistin
HPG’ê, ragihand ku gerîlayên HPG’ê yekîneyekî veşartî ya artêşa Tirk a mêrtînger li Girê Şehîd Aras a Herêma Herekol a Sêrtê xistin di bin kontrolê de û li dijî wê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyan de 11 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn.
-
Li Colemêrgê çalakiyên gerîla: 16 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li dijî wesayîtên zirxî yên di navbera Gever û Şemzînanê nava tevgerê de çalakiyek li dar xistine, di çalakiyê de 15 leşker hatine kuştin.
-
-
DBP ji kongreyê re amade ye
DBP bi Kongreya Awarte a 4. ku 9’ê Tîrmehê wê pêk were, bi dirûşma "Bi civaka ronîbûyî ber bi siberoja azad ve" armanc dike ku cihokên siyaseta demokratîk a xitimî veke û kadroyên xwe bigihîne.
-
'Divê mirov bi misyoneke ji partiyan wêdetir rabe'
Akademîsyen, çavdêrên siyasî û rûspiyên Kerkûkê têkildarî xebatên yekîtiya neteweyî ku ji hêla KNK'ê ve hatine destpêkirin, gotin divê kongreya neteweyî ya Kurd were pêkanîn û ji bo vê jî divê bi mîsyoneke ji partiyan wêdetir mirov rabe.
-
-
-
-
-
-
PJAK ji Kongreya Neteweyî re amade ye
Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn destnîşan kir, ku ji bo pêkhatina kongreya neteweyî ya Kurd ew amade ne û piştgiriyê didin hemû karên di vî warî de tên kirin.
-
-
Malbatên Roboskiyan cara 288’emîn edalet xwestin
Malbatên Roboskiyan,di lêgerîna xwe ya edaletê ya hefteya 288’emîn de dîsa hatin gel hev. Malbatan gotin: “Yên ku li vî welatî dibêjin hiqûq û edalet heye, destpêkê bila berê xwe bidin Roboskiyê.”
-
-
Li Çelê û Şemzînan çalakiyên gerîla
HPG’ê, ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehdî Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî lidar xistine. Artêşa Tirk di operasyonên li Kato Jîrka lidar xistin de çekên kîmyewî bikar aniye.
-
-
Şêniyên Sûrê: Em ê malên xwe neterikînin
Li taxa Alîpaşa ya Sûra Amedê hilweşandin û rûxandina li ser navê ‘veguherîna bajêr’ dihat kirin, heta demekê navber hate dayîn. Li taxa Alîpaşa ya ku ji sedî 80’ê wê hatiye valakirin û hilweşandin, malbatên malên xwe neterikandine, sekna xwe didomînin.
-
-
-