KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji bo sersaxiya Sakîne Arat seredaneke girseyî hate kirin
TJA, DBP û DEM Partî bi girseyî çûn sersaxiya ji bo Dayika Aşitiyê Sakîne Arat hatî lidarxistin. -
Newroza 2025’an: Gelê Kurd xwedî li banga dîrokî derket
Li bajarên Kurdistanê gel bi şîara ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ qad tejî kirin û gotin, ew xwedî li banga dîrokî ya Rêber Apo derdikevin. -
Li Serhedê coşa Newrozê
Li bajarên Herêma Serhedê agirê Newrozê hate pêxistin. Li navçeya Giyadîn a Agiriyê, navçeya Kop a Mûşê û navçeya Şemzînan a Colemêrgê Newroz hate pîrozkirin. -
Li Girtîgeha Wanê êşkence li 2 girtiyan hate kirin
Li Girtîgeha Wanê gardiyanan êşkence li 2 girtiyan kir. -
PKK: Em Newrozê veguherînin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo
Komîteya Rêveber a PKK’ê, xwest pîrozbahiyên Newrozê yên bi coş ên ku wê li her qadê bên lidarxistin, veguhere çalakiyên herî xurt ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. -
HPG: Mudaxileyî dagirkerên ku êrîş birin ser çeperên gerîla, hate kirin
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser qadên gerîla bê navber didomin. Hêzên gerîla jî di çarçoveya parastina rewa de mudaxileyî êrîşên dagirkeriyê dikin. -
Li çar aliyên Bismilê Newroz hate pîrozkirin
Li 28 qadên navçeya Bismil a Amedê, agirê Newrozê hate vêxistin. Di şahiyan de bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. -
Li Êlihê bi sedan kes Newrozê pîroz kir
Bi sedan kesên ku li Taxa Petrolkentê duyemîn agirê Newrozê vêxistin, banga xwedîlêderketina banga Rêber Apo kirin. -
Li Wanê agirê Newrozê yê yekem jinan pêxist
Li Wanê bi pêşengiya TJA’yê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. -
Newroz li Depê bi coş hate pîrozkirin: Divê Rêber Apo azad bibe
Newroz li warê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan li Depê bi coş û girseyî hate pîrozkirin. -
Dayika Aştiyê Sakîne Arat hate veşartin
Dayika Aştiyê Sakîne Arat bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Li Bismilê şahiya Newrozê
Li Taxa Şantepe ya Bismilê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ Newroz hate pîrozkirin. -
Bayik: Em bar bigirin ser milê xwe, tenê ji Rêber Apo re nehêlin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku Tevgera Apoyî li ser bingeha guherîn û veguherînê xwe ji nû ve bi rêxistin dike û got, her kes divê pêşengiyê ji Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk re bike. -
Newroza Xelfetiyê: Bakirhan banga kombûnê li Meclîsê kir
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li pîrozbahiya Newrozê ya li Xelfetiyê axivî û banga li Meclîsê kir ku li gorî banga Rêber Apo bicive. Bakirhan got, "Divê sererastkirinên qanûnî tavilê bêne kirin." -
HPG: Êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin
Artêşa Tirk a dagirker qadên gerîla 14 caran bi balafirên şer, 9 caran bi helîkopterên êrîşê, 692 caran jî bi çekên giran, top û obusan bombe kir. -
Dayika Aştiyê Sakîne Arat jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Sakîne Arat ku demeke dirêj di nava Meclîsa Dayikên Aştiyê de têkoşiya, jiyana xwe ji dest da. -
Kasim Firat: Dem dema lihevkirin û aştiyeke bi rûmet e
Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo nirxand û got, "Gelê Kurd berdêlên giran da; êdî daxwaza lihevkirineke welê dike ku hêjayî berxwedana sed salî û aştiyeke bi rûmet dikin." -
Li Êlihê bi hezaran kes agirê Newrozê pêxist
Bi hezaran kesên ku li Taxa Korik a Êlihê agirê Newrozê pêxistin, daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. -
Gerîlaya YJA Starê Cîhan Hîvron û hevreyên wê li Şengalê hatin bibîranîn
Gerîlaya YJA Starê Cîhan Hîvron û hevreyên wê yên li Heftanînê şehîd bûbûn, li Şengalê hatin bibîranîn. -
Li Licê agirê Newrozê hate vêxistin
Li navçeya Licê ya Amedê, agirê destpêkê yê Newroza îsal hate vêxistin, şahî hate lidarxistin. -
‘Ev peyman wê dawî li komkujiyan bîne’
Meclîsa Xweser û Demokratîk a Şengalê têkildarî peymana di navbera QSD’ê û HTŞ’ê de hatî îmzekirin, got: “Hêvî dikin ev peyman bibe wesîle ku dawî li komkujiyan were.” -
Hisên Hecî: Divê em xwedî li peyama Rêber Apo derkevin
Endamê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê Hisên Hecî diyar kir ku peyama Rêber Apo bandor li ser hemû hêzên cîhanê kiriye û got, ev peyam wê bandor li ser çareseriya pirsgirêka Kurd, Rojhilata Navîn û cîhanê bike. -
Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
Hate ragihandin ku 11 herêmên di navbera çiyayên Cûdî û Gabarê yên Şirnexê careke din weke herêma 'ewlekariya taybet' hatin ragihandin û hatin qedexekirin. -
'Em ê Wanê ji qeyûm re nehêlin'
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Serokwekîlê Meclîsa Şaredariyê Tûncer Saginç anîn ziman ku wê Wanê ji însafa qeyûm re nehêlin. -
Ji bo gerîlaya YJA Starê Pelda Dogrî merasîma sersaxiyê
Ji bo gerîlaya YJA Starê Pelda Dogrî ya li Başûrê Kurdistanê şehîd bû, li Amedê merasîma sersaxiyê hate lidarxistin.