BI DÎMEN

Zozan li Koçeran hat 'qedexe'kirin

Waliyê Tirk ê li Êlihê, 24 herêmên li Qabilcewz, Hezo û Heskîfê weke 'herêma ewlekariyê ya leşkerî' îlan kir. Koçerên ku ji ber vê yekê nikarin biçin zozanan dibêjin, sewalkarî bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ye.

Waliyê Tirk ê li Êlihê, 24 herêmên li Qabilcewz, Hezo û Heskîfê weke 'herêma ewlekariyê ya leşkerî' îlan kir. Koçerên ku ji ber vê yekê nikarin biçin zozanan dibêjin, sewalkarî bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ye.

'Qedexeyên derketina derev' yên bi mehan e li Kurdistanê tên ragihandin, yek bi yek bandorê li zozanan dikin. Ji ber ku Waliyê Tirk 24 herêmên cuda yên li 3 navçeyên Êlihê 'qedexe' kir, Koçerên debara xwe bi sewalkariyê dikin wê nikaribin biçin zozanan. Koçerên ku zivistanê li Deşta Êlihê bi qasî 6 mehan dimînin û bi biharê re derdikevin zozanan dibêjin, tevî îlana 'herêma qedexe' jî ji bilî çûyîna zozanan ti çareyek wan nîne.

Besê Tomaç da xuyakirin ku ev 6 meh in ew li quntarên rojavayê Ramanê ne û dema amadekarî dikirin derkevin çiyayên Mereto û Bedlîsê, 'herêma qedexe' hatiye ragihandin. Tomaç diyar kir, êdî 'qedexeya derketina derve' li zozanan jî tê ragihandin û got, "Di salên 1990'î de bi qedexeyên derketina zozaman re çanda me ya Koçertiyê bi temamî qedandin. Me zanîbûn ku dewlet vê bi zanebûn dike. Gundên me yên li Hezexê niha nînin. Piştî ku gundên me hatin şewitandin em ji neçarî ji Hezexê hatin Êlihê. Piştî dawiya meha Cotmehê em li quntarê çiyayê Ramanê bi cih dibin. Piştî meha Adarê jî em diçin zozanan. Lê belê niha li Heskîf, Qabilcewz û Hezoyê çûyîna zozanan qedexe ye. Li bajaran derketina kolanan, li çiyê jî derketina zozanan qedexe ye! Baş e em bi ku ve biçin? Em li çiyê û deştan ewle ne. Ti kes nikare vê jiyana me xera bike. Bi sedan salan em li zozanan e, kê çi bi me kiriye? Eger em îsal derkevin zozanan, em ê nikaribin pezê xwe biçêrînin, lewma heywanên me wê telef bibin. Û eger tiştekî bi vî rengî biqewime em ê neçar bimînin dest ji vî karî berdin."

Selîm Guner da xuyakirin, ku bi qedexekirina zozanan re dixwazin wan ji vê xakê derxînin û got, "Di salên 1990'î de em ji gund derxistin. Piştre zozan li me qedexe kirin. Lê me ev rewş fêm nekir. Em niha dikarin di televîzyonan de rojane temaşe bikin bê di konên me de çi hene. Dibêjin bi sed hezaran mirovên berî 5 salan ji Sûriyeyê anîne, li cihên me bi cih kirine. Yanî wê gundên me, bajarên me bidin Sûriyeyiyan. Ji me re dibêjin, ku ew ê welatîbûnê bidin wan. Dibêjin, 'hûn bi ku ve diçin biçin'. Her roj mirov tên kuştin. Li Cizîr, li Hezexê xizmên me hatin kuştin. Em niha bi derdê debara xwe ketine. Em nikarin deh hezar pezî li Deşta Êlihê xwedî bikin. Lê her roj li nava kolanan mirov tên kuştin."

...