Dayika Mehmet Taşdemîr Vesîle Taşdemîr got, "Bi zorê ji min xwestin, ku ez bêjim 'PKK'yiyan gule berdan Mehmet'. Min jî ji wan re got ku we gule berdane kurê min û ez ê giliyê we bikim."
Li taxa Tepebaşi ya navçeya Mêrdîn Kerboranê, Mehmet Taşdemîr ê 12 salî, ku li kolana Ilisû bi hevalên xwe re bi xara dilîst, bi guleya ji maşîna zirxî hat teqandin, ji destên xwe birîndar bû. Bi rêya telefonê me xwe gihand dayika Taşdemîr Vesîle Taşdemîr. Dayika Taşdemîr anî ziman ku kurê wê roja bûyerê, bi hevalên xwe re li derve bi xara dilîst.
'DEMA MEHMET BIRÎNDAR BÛ, LI HOLÊ ŞER TINEBÛ'
Taşdemîr diyar kir ku piştî demeke kurt dengê çekan hatiye û got, "Bi lez û bez em derketin derve. Min dît ku Mehmet li naverastê dirêjbûyî ye. Li serê kolanê jî maşîneke zirxî sekinîbû. Min nerazîbûn nîşan da û got, 'We gule berdan kurê min'. Keça min jî kevir avêt maşîna zirxî û nerazîbûn nîşan da. Kurê min ji destê xwe birîndar bûbû. Dema gule berdan Mehmet, li kolanê şer tinebû."
JI MIN XWESTIN KU EZ BÊJIM 'PKK'YIYAN GULE BERDAN WÎ'
Dayik Taşdemîr da xuyakirin ku piştî bûyerê wan Mehmet bi ambûlansê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê û got, "Piştre polîsan ez birin qereqolê. Li qereqolê zext li min kirin û ji min xwestin ku ez bêjim 'PKK'yiyan gule berdane'. Min jî ji wan re got ku we gule berdane kurê min û ez ê giliyê we bikim." Dayik Taşdemîr ragihand ku polîs û leşker mirovan hedef digirin û destnîşan kir, ku ev êrîş wê nikaribin bi wan.