Zêdetirê 100 leşker mirin, 4 helîkopter hatin xistin

Zêdetirê 100 leşker mirin, 4 helîkopter hatin xistin

Encamên operasyona leşkerî ya ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve li hemberî artêşa Tirk hat lidarxistin aşkere dibin. Li gorî HPG’ê zêdetirê 100 leşker mirin û 4 helîkopter hatin xistin. Wendahiyên gerîlayan jî 15 ne.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê çalakiya gerîlayan a di 19’ê hezîran li Oremarê pêk hat de daxuyaniyek da û diyar kir ku li hin cihan carna pevçûn berdewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 20'ê Hezîranê de danê sibehê di saet 04.00'an de li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên di amadekariyên operasyonê îmhakirinê de bûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke şoreşgerî hatiye lidarxistin.”

DU BAREGEH HATINE BIDESTXISTIN

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkir ku li navçeya Gevera Colemergê li derdora qereqola Şitaza ya 20 km dûrî sînore, veguheztina leşkerî û alavên leşkerî ev nêzî mehekê zêde bibû, ev ji aliyên gerîlayan ve dihate şopandin û hat gotin; “Di beriya dest bi operasyonê bikin ji aliyê gerîlayên me ve li dijî leşkerê dijmin operasyoneke şoreşgerî hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de beşek mezin a qereqola Şitaza hatiye rûxandin, 2 baregehên leşkerî yên li derdora wê ji ji aliyê gerîlayên me ve hatiye bidestxistin.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Gerîlayên me leşkerên xwestine ji Rubaroka bi ser Şemzînanê û Oremara bi ser Geverê mudaxele bikin, rastî berxwedana gerîlayên me hatine û naçar mane paş de vekişin.”

4 HEKÎKOPTER HATIN XISTIN, 3 DERBE XWARIN

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê çalakiyê de ev agahî da, “Her weha ji Gever û navedan Colemergê ji danê sibê heta êvarî ji piştgiriya helîkopterên kobrayan bi helîkopterên skorskyan leşker ji bo herêma pevçûnê veguhezînin. Di encama van veguheztinan de li gelek deveran di saet 20.00'an de pevçûnên dijwar qewimîye. Di encama tevahiya pevçûnên di nava rojê de berdewam kîrî de 1 jê li Mamîşka, 1 jê li Zerî Sor, 1 jê li sêkoşeya Reskê û 1 jî li derdora mintiqa Serpêlê bi giştî 4 helîkopterên skorskyan ji aliyê gerîlayên me ve hatine xistin û rûxiyane, 3 helîkopterên kobrayan û 6 helîkopterên skorskyan jî derbe xwariye û naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Di van pevçûnan de her weha panzerek, wesayiteke zirxî ya akrep jî hatiye rûxandin. Bi vî awayî hewldanên mudaxeleyên artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şikandin û rastî binkeftineke mezin hatiye.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku li herêma pevçûnan a ji aliyê balefirên şer, helîkopterên kobrayan û bi topên hewan û obusan bi dijwarî tên bombekirin hîn jî li hin cîhan berdewam dike.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Di encama çalakî û pevçûnên di tevahiya rojê de berdewam kirî de 109 leşkerên dijmin ê ji aliyê gerîlayên me ve hate tespîtkirin, hatiye kuştin ji 100 zêdetir leşker jî birîndar bûye. Di encama hewldanê lidarxistina operasyonê û mudaxeleyên artêşa dagirker a tirk de di pevçûnan de bi giştî 15 gerîlayên me gihîştiye şahadetê. Em ê nasnameyên gerîlayên me yê gihîştine şahadetê di demeke kin de bi gelê xwe û raya giştî re par ve bikin.”