Zaxo Zagros: Vîna xweseriyê roj bi roj geş dibe

Zagros da xuyakirin, ku ji bo gelê Kurd êdî jiyana bê welat, bê ax û bê azadî tê wateya mirinê û got, "Vî gelê biryara xwe daye, ku xwe bi xwe bi rê ve bibe." Zagros diyar kir, ku vîna xweseriyê roj bi roj geş dibe.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zaxo Zagros da xuyakirin, ku ji bo gelê Kurd êdî jiyana bê welat, bê ax û bê azadî tê wateya mirinê û got, "Vî gelê biryara xwe daye, ku xwe bi xwe bi rê ve bibe." Zagros diyar kir, ku vîna xweseriyê roj bi roj geş dibe.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zaxo Zagros li ser mijarên ku di rojevê de ne, ji ANF'ê re nirxandinên girîng kir.   

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Cîvakên Kurdistanê (KCK)’ê Zaxo Zagros mijdarên; xweseriya demokratîk, berxwedana gelê Kurd, gelê li bakurê Kurdistanê û berxwedana rojavayê Kurdistanê nirxand û got; "Îro şer û berxwedanek mezin li Kurdistanê tê jiyîn. Ev berxwedan roj bi roj mezintir dibe. Di despêkê de dewleta Tirk digot, 'kes xwedî li vê berxwedanê dernakeve û gel ji vê rewşê neraziye.’ Di bingehê de ev axaftinan roj bi roj pûç dibe û berovajî vê li her çar parçeyên Kurdistanê gel xwedî li vê berxwedanê derdikevin û vîna xwe raber dike.” 

BINDEKETINA XWE BI ÊRÎŞAN VEDIŞÊRE

Zaxo Zagros di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser Şoreşa Bakurê Kurdistanê û got: "Di Kurdistanê de şoreşa demokrasiye tê birêvebirin. Mirov dikare bêje roj bi roj gel bi her awayî cesaret, biryarbûn û israra xwe di avakirina jiyanek nû de bi awayek xurt datîne holê. Tevî ku ewqas êrîşên dijwar li ser gelê Kurd tê meşandin jî, dîsa jî berxwedanek mezin heye. Ev berxwedan jî gel bi xwe dide meşandin. Dewleta Tirk dibêje; 'me bi sedan gêrîla şehîd xistiye.' Ev hemû propagandayên reş in. Em bi hêvî ne ku raya giştî ya Tirkiyeyê û ya cîhanê van rastiyan baş bibînin. Dewleta Tirk ew binketina ku li Kobanê, Mûsilê û li Rojhilatan Navîn di siyaseta xwe ya derve de dijî, îro dixwaze bi êrîşên li ser gelê me telafî bike. Lewma jî, ji demsala payîzê û vir ve di herêmên Kurdistanê de rewşek awarte heye. Hinek dibêjin ev êrîşên ku tên kirin li Bakurê Kurdistanê weke yên salên 80 û 90’î ne. Lê  êrîşên ku li ser gelê Kurd bi rengek sîstematik tên meşadin, wan salan jî derbas dike. Dema ku mirov lê mêze dike di roja îro de dewlet mirovên sivîl hedef digire, dewlet dixwaze ew îradeya gelê Kurd derkete holê, biperçiqîne. Her wiha hebûna Gelê Kurd a rojava, bakur û başûrê Kurdistanê dixwaze hemû bike hedefa êrîşên xwe, ev polîtîka pir vekiriye. Ji bo wê jî li hember vê jî berxwedaneke mezin heye."

BERXWEDANA GEL PÊŞÎ LI DEWLETA TIRK DIGIRE

Zagros li ser berxwedana Bakurê Kurdistanê axivî û got: "Ev berxwedan nahêle ku Dewleta Tirk pêş de biçe. Her roj dewleta Tirk bi derewên xwe dibêje ‘me bajar bi giştî xistiye bin kontrola xwe û di destên me de ne.’ Madem tu bajar dixî bin kontrola xwe, ma ew bajar dizên û carek din berxwedan çêdibe. Her roj bi nûçeyên derew dibêjin, gerîla di bajaran de ne, me derdora bajaran bi tank û topan girtiye û me gerîla îmha kiriye û piştre dîsa dibêjin derketina kolanan qedexe ye. Ji xwe miroveke bi aqil û zanist be wê bizane ev hemû gotinên dewletê derew in. Ev gel biryar daye ku xwe bi xwe birêve bibe. Ev gel gihiştiye wê astê ku êdî dagirkeriyê qebûl nake. Ev gel gihiştiye wê astê ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Ji bo vê jî dewleta Tirk ev paradîgmaya ku xwe li ser avakirî, xirabûye û binketiye. Ev paradîgmaya dewleta Tirk li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê de xera bûye. Lê belê weke ku ti tiştek nehatibe guhertin dixwazin bi terzê xwe yê klasîk, wehşî û barbar bi ser gelê Kurd de biçin. Li hember vê jî seknek bi hêz heye. Yanî sekna Kobanê li hember DAIŞ’ê çawa bû,  niha jî li Sûrê, Nisêbînî, Kerboranê û Botanê jî ev sekna berxwedanê tê jiyîn. Her derê ku gelê Kurd lê dijî şiyarbûn û serhildanên mezin hene. Ev tenê ne ji bo derketina kolanan ne, ji aliyê zanistî, bawerî û ji aliyê xwesteka jiyana nû de serî radikin. Ev tenê ne li cihekî tê jiyîn, li her derê ku gelê Kurd lê dijî, gelê Kurd dixwaze statuya wê, bê guhertin."

SÎNOR BI VÎNA GEL BÊ WATE BÛYE

Zagros axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Kurd êdî li hemberî tifaqa Lozanê ya ku Kurd kir çar perçe, siyaseta înkar û imhaya li ser hebûn û nasnameya Kurd ev peyman êdî têkçûne. Ji bo wê ev sînorên li Kurdistanê, bê wate bûne. Lewma dewleta Tirk vîna gelê Kurd hezm nake. Ji bo wê jî li ku derê vîna gelê Kurd derdikeve pêş, li wê derê dewlet dikeve nav metirsiyan. Li rojavayê Kurdistanê vîna gel bi berxwedanek mezin derket, ji ber vê dijberiyê, hevkariya dewleta Tirk a bi DAIŞ'ê re şênber bû. Ji xwe niha li bakurê Kurdistanê ev dijberî hîn dijwartir bû. Çawa ku di serdema navîn de li hember çekan donkîşot bi şûr şer dikir, dewleta Tirk jî tevî ewqas windahiyên leşkerên xwe jî wek donkîşot şer dike û li bin dikeve.  Ji ber ku gelê Kurd yek dil û mejî ye. Em nikarin berxwedana rojavayê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê ji hev qût bikin. Dibe ku navê wan cuda be, lê ruhê Kurdan yek e. Êdî Kurd nema koletî, dagirkerî, xulamtî û xizmetkarî wek berê qebûl bike. Êdî dunya tev vê rastiyê naskiriye. Guhertin çêbûne, guhertin di pozîsyona Kurdan de çêbûye. Dewleta Tirk li hember vê guhertinê weke bendavekê dixwaze bisekine. Ewqas lehiya Kurdan mezin e û pêşketinên gelê Kurd êdî ne bendavan, ne astengiyan nas dikin ne jî tiştek din nas dikin. Dewlet ji Kurdan re dibêje, min Kobanê nexist, ez ê Cizîrê û Sûrê bêxim. Lê ew ruhê ku Kobanê li ser piyan girt, ew ruh di heman demê de li Sûrê, Nisêbîn, Kerboranê, Amedê, Botanê û li her derê heye. Dewlet vê naxwaze bibîne û xwe dixapîne."

BI KOMKUJIYAN RE GEL TINE NABE

Zagros bibîr xist ku dewleta Tirk pir caran li ser gelê Kurd komkujî pêk aniye û ti encam bi dest nexistiye: Zagros got, "Dewletê komkujiya Liceyê, Roboskî, Pirsûsê û Enqereyê kir. Ma bi vê karîbû vîna gel bişkîne? Berovajî vê her ku bi ser gel ve diçe, hîn zêdetir ruhê tolhildanê mezin dibe. Ev siyaset êdî mîlada xwe tijî kiriye. Êdî gelê Kurd ne Kurdê berê ye! Berê gelê Kurd pir zû dihat xapandin. Ji ber ku gelê Kurd pir saf paqij nêz dibû, lê belê niha gelê Kurd ji dîroka xwe ya bi salan tecrûbe girtiye. Êdî gelê Kurd siyaseta dewletên dagirker baş fêm dike. Ji bo wê jî li hember hemû nêzîkatiyê hêzên dagirker bûne xwedî vîn û bawerî. Tiştê ku dewlet dike tenê dikare xwe bixapîne, êdî gelê Kurd nayê leyîstikên dewleta Tirk û yên dagirker." 

PIRSGIRÊK SIYASÎ YE

Zagros anî ziman ku pirsgirêka Kurd ne ya aborî û civakî bi tenê ye û wiha pêde çû: "Eger pirsgirêka Kurd pirsgirêka aborî û civakî nîne. Pirsgirêk pirsgirêka azadiya civakî ye. Ji bo wê jî siyaseta ku tê meşandin siyaseta bi aboriyê gel bi xwe ve dayîna girêdan e. Êdî gelê Kurd hatiye wê astê ku dost û dijmên xwe nas bike. Êdî ne operesyonên leşkerî, siyasî û ev şerê taybet ê qirêj dikarin îradeya gelê Kurd biçewisîne. Çiqas ev dewlet hişê xwe bîne ser xwe, wê ewqas ji wan re baş be. Ji ber ku bi rastî dawiya van polîtîkayan nîne. Ji ber ku tiştek gelê Kurd winda bike nîne, encex dikare qezenç bike. Wê Kurd ji çi bitirsin? Bi van polîtîkayan ji xwe her roj Kurd mirinê dijîn. Kurd dibêje êdî bê welat, bê axa û bê azadî jiyan mirine. Bi dayîkên Kurda tenê mabe wê ev kar çareser be. Ji bo vê jî ev şerê Dewleta Tirk dimeşîne, tu encam nayne. Ji bo wê jî ti kes xwe nexapînin û kes hesabên şaş li ser vê rewşê nekin. Li ser vê esasî nekevin siyasetê ku wê serketinê bi dest bixe. Bila xwe nexapînin û wê nikaribin kesî bixapînin jî." 

AVAKIRINA MECLÎSA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK GAVEKE DÎROKÎ YE

Zagros li ser damezradina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk jî nirxandin kir û wiha axaftina xwe domand: "Avakirina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk gavekî dîrokî û girîng e. Ji ber ku bingehê hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn pirsgirêka demokrasiyê ye. Ev aloziyên heyî jî, aloziyên nedemokratîkbûnê ye. Eger pergalek demokratîk were avakirin wê pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Sûriyê jî werin çareserkirin. Ji bo vê jî ger ku em dixwazin vê aloz bi pirsgirêk ji holê rakin, pêwîste em alternatîfan ava bikin. Pirsgirêka Sûriyeyê ne pirsgirekek mezhebî ye, bi çareseriyê mezhebî nayê çareserkirin. Di civîna Riyadê de xwestin ku dest bavêjin eniya Sûnî ya Sûriyeyê û xurt bikin. Weke eniyeke Sûnî û Şîa bidin çêkirin û dixwazin pirsgirêkên Sûnî û Şîa bi hişmendiya mezhebî çareser bikin. Bi mezheban pirsgirêka Rojhilata Navîn nayê çareserkirin. Ji bo vê jî perspektîfa Konseya Sûriyeya Demokratîk, perspektîfekê pir xurt e. Bi rewşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê baş tehlîl dike."

ALTERNATÎF NETEWEYA DEMOKRATÎK E

Zagros di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku altarnatîf netewa-demokratîk e û got: "Di nav Netewa-Demokratîk de hemû nasname bi hev re dikarin bijîn û hemû nasname xwe bi rêxistin bikin û nasname di heman navingê bi rengekî azad xwe îfade bikin. Li hemberî vê hinek dijberiya avaniyên nû dikin bo mînak; dema hêzên YPG û YPJ hatin avakirin dijbertiyek hate çêkirin, dema kanton hatin avakirin jî dijberiyek wisa çêbû û dema xweserî hat avakirin dijberiyek wisa hate çêkirin. Hêzên desthilatdar dibêjin em ê aloziyê bi aloziyê çareser bikin. Ev nîqaşên ku di Kongreya Sûriyeya Demokratîk de hatin kirin,  em di wê baweriyê de ne ku li hember van hemû êrîşan li ber xwe bide û weke xetekî sêyemîn ya çarseriyê karibe ji bo hemû pirsgirêkên Sûriyeyê bibe muxatabeke rast û vê astengiya derbas bike."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zaxo Zagros da xuyakirin, ku ji bo gelê Kurd êdî jiyana bê welat, bê ax û bê azadî tê wateya mirinê û got, "Vî gelê biryara xwe daye, ku xwe bi xwe bi rê ve bibe." Zagros diyar kir, ku vîna xweseriyê roj bi roj geş dibe.

...