Zaxo Zagros: 2015 sala berxwedan û serketinê bû

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zaxo Zagros diyar kir, ku gelê Kurd di sala 2015'an de li dijî faşîzma DAIŞ û hikûmeta AKP'ê têkoşîn û berxwedaneke bêhempa nîşan da û destnîşan kir, ku sala 2015'an saleke berxwedan û serketinê bû.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zaxo Zagros diyar kir, ku gelê Kurd di sala 2015'an de li dijî faşîzma DAIŞ û hikûmeta AKP'ê têkoşîn û berxwedaneke bêhempa nîşan da û destnîşan kir, ku sala 2015'an saleke berxwedan û serketinê bû.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zaxo Zagros, der barê sala 2015'an de nirxandinên girîng kir.

Zagros bal kişand ser berxewdan û serketina gelê Kurd a di sala 2015'an de û got, "2015 bi her awayî, bi berxwedan û bi serketinê dagirtî bû. Bi taybetî; berxwedan Kobanê bi ser ket, Şengal hate rizgarkirin, herêma Cizîrê ji DAIŞ'ê hat paqijkirin. Her wiha mirov dikare bêje berxwedanek mezin li hember hêzên DAIŞ'ê hat nîşandan. Bi taybetî hêzên YPG'ê, gerîla û pêşmergeyên YNK'ê jî bi fedekariyên pir mezin li hember DAIŞ'ê têkoşiyan. Ji bo gelê Kurd ev serketinên girîng bûn."

'BÊYÎ GELÊ KURD ÊDÎ SIYASET NAYÊ KIRIN'

Zagros ev nirxandin kir: "Weke ku Rêbertî got, 'DAIŞ JÎTEM a Rojhilata Navîn e.' Ewqas hêzeke tarî, qirêj û gemarî, mirov dikare bêje temsîla hemû hêzên tarî û temsîla konseptên li dijî gelên herêmê tên meşandin, dike. Temsîla AKP'ê û temsîla hêzên paşverûyên herêm dike. DAIŞ derbeke pir cîdî di sala 2015'an de xwar. Ev jî bi pêşengîtiya gelê Kurd û bi pêşengîtiya Tevgera Azadiyê çêbû. Ev serketinek pir girîng bû. Mirov dikare bêje gelê Kurd bi vê yekê re gaveke din nêzî azadiyê bûye. Di sala 2015'an de hîn bêhtir derket holê ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn hêzek stratejîk e. Derket holê ku li Rojhilata Navîn bêyî gelê Kurd êdî siyaset nayê kirin. Bêyî gelê Kurd di Rojhilata Navîn de şer nayê meşandin. Di heman demê de nikarin bêyê gelê Kurd pêşeroja Rojhilata Navîn bidin diyarkirin. Berê gelê Kurd weke piyonekê, weke leşkerekî pê dihate lîstin. Lê belê êdî gelê Kurd di diyarkirina siyasetê de rol dileyîze, êdî dibe aktor. Serketina HDP'ê ya di 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de ji bo eniya demokrat û Tirkiyê pir girîng bû. Dîsa avakirina hêzên demokratîk û Konseya Sûriyeya Demokratîk, ev jî ji bo pêşxistin û avakirina eniya demokratîk di nava gelên Rojhilata Navîn de serketinên girîng bû. Derket holê ku hêzên demoratîk bên li gel hev, dikarin serketinan bi dest bixin."

BERXWEDANA JINÊN KURD BÛ HÊVIYA JIYANA AZAD

Zaxo Zagros da xuyakirin ku ji aliyê jinan ve jî gavên gelekî girîng hatine avêtin û di vî warî de saleke tijî serketin bû. Zagros got: "Sekna YPJ'ê li hember DAIŞ'ê, bi rastî seknek bi hêzê bû û vê sekin bandorek pir mezin li ser tevayî cîhanê kir. Dîsa meşa jinan ji Kurdistanê destpê kir ji bo 8'ê Adarê. Ev ji bo jinên Kurd şanaziyek mezin bû. Di heman demê de di Tekoşîna Azadiya Jinan de, jina Kurd jî rolek pêşeng dileyîze. Ev weke jin û wek gelê Kurd destketiyên gelek girîng bûn ji bo me. Ji bo tekoşîna jinên Kurd û gelê Kurd bê rawestandin, gelek êrîş ji aliyê hêzên DAIŞ'ê, faşîzma hikûmeta AKP'ê, Kurdên xayîn bi îtifaqa hêzên desthilatdar ve çêbûn. Lê belê tevî hemû astengî û êrîşan jî ev tekoşîn heya roja îro jî li Bakurê Kurdistanê û li her çar parçên Kurdistanê berxwedana gelê Kurd navê xwe li dîrok bi tîpên zêrîn nivîsadin. Û tevî hem zor û zehmetiyan dîsa sala 2015'an sala gelê Kurd bû. Bêguman me bedelên pir giranbiha jî dan. Hem komkujiya Pirsûs, Enqere û hem a Amedê, şehadetên mezin ku çêbûn, hem êrîşên pir mezin li ser gerîla çêbûn. Li Başûrê Kurdistanê û Rojavê Kurdistanê bedelên pir mezin hatin dayîn. Em li hember hemû şehadetên ku çêbûne û tevayî şehîdên şoreşê ku di vê berxwedana mezin de şehîd bûn bejna xwe ditewînin û wan bi minetdarî bi bîr dîtin. Belê ev bedelana bê armanc nebûn, bedelê ku hat dayîn û şehadetên ku çêbûn, li şûna xwe jiyanek ava kirin. Her bedelek hat dayîn ji bo hîn bêhtir gel ber bi azadiyê ve biçe weke gavekê bû. Ji bo wê em nepoşmanin, bêguman ji bo me êşek mezin çêkir. Lê belê azadî bê êş nabe. Tevî hemû tiştî di sala 2015'an de hem ji bo gelê Kurd, hem ji bo gelên herêm û hem jî ji bo jinan destketiyên girîng derketin holê."

'GELÊ KURD BI XURTÎ DIKEVE SALA 2016'AN'

Zagros bi vî rengî dawî li axaftina xwe anî: "Em bi berxwedanî dikevin sala nû. Dawiya sala 2015'an e, gelê Kurd li ser piyan e. Bi berxwedanî dikevin sala 2016'an. Ji bo wê ev şansek mezin e. Çawa me bi biryarek mezin Kobanê, Şengal, Holê, Tilebyad, Girê Spî û her wiha Hesekê rizgar kir, bi wê baweriyê, israrê û cesaretê, em di sala 2016'an de jî berxwedana xwe berdewam bikin. Misoger em ê armancên xwe û xwestekên xwe pêk bînin. Ji bo wê jî em bi hêviyek mezin dikevin sala 2016'an. Carna nêzîkatiyên wisa çêdibin, dibêjin; 'gelê Kurd perîşan bûye û wisa belengaz bûne', Kurd belengaz û perîşan nebûye. Îro yê ku di Rojhilata Navîn de serî hildane û yê ku jiyanek bi rûmet dixwazin Kurd. Kurd bê parastin jî nînin. Dema ku mirov xwe biparêzin bê guman wê bedelê wê hebin. Bedeldayîn nayê wê manê ku Kurd perîşan bûne û belengaz in. Divê mirov vê ji hev derbixin. Tişta herî girîng, divê Gelê Kurd hev bigirin. Çeka me tenê, ne sîleh, çeka me ya mezin jî hevgirtina me ye. Hem ji bo gelê Kurd û di heman demê de ji bona gelê demokrat. Eger ku em hev bigirin û em di nava hevkariyek mezin de têbikoş in, em ê li hember faşîzma AKP'ê û DAIŞ jî serketinan bi dest bixinin û vê eniya paşverû ji holê rabikin. Firsend û şensê gelê Kurd pir mezin in. Di rojhilata Navîn de yê ku herî bi şens û firsedê wê yê serketinê heye. Dîsa wê sala 2016'an gelê Kurd mora xwe lê bide. Pêşbîniya me, texmîna me û hêviya me li ser vî esasî ye. Sala nû ji bo Kurdan û tevayî gelê herêm em bi hêvî ne ku bibe salekî çareseriyê, salekî ku ji van aloziyên ku tên jiyan kirin rizgar bibe. Ev hemû bi berxwedan û têkoşînên tên kirin. Kilîta serkeinê di Yekitiya Neteweyî de ye, hêzên demokrat de ye û bi her awayî di tekoşînê de veşartiye. Li gor nêrîna me eger ku em wisa tevbigerin, ti deriyê venebe wê nebe. Mirov dikare hemû deriyên serketinê bi vî rengî vekin. Gelê Kurd ez bawerim êdî ev kilît bi deste xwe xistiye, winda nake.  Ji ber ku ji dîrokê ders derxistiye. Wê weke sala 2015'an sala 2016'an jî bike sala serketinê."