Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif di kongreya 6’emîn ya Yekîtiya Starê de axivî û diyar kir ku Rêxistina Yekîtiya Star di parastina mafê jinên Rojava de roleke gelekî giring dilîze.
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif di kongreya 6’emîn a Yekîtiya Star de axivî û di serî de lidarxistina kongreyê li tevahî jinên Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û têkoşerên azadiyê bibîr anî.
Yûsif wiha got: “Berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk û bi taybet YPJ’ê silav dikim û rizgarkirina bajarokê Til Refat û Şedadê li tevahî gelên herêmê pîroz dikim.”
‘JIN DI PÊVAJOYEK DÎROKÎ RE DERBAS DIBIN’
Yûsif, di axaftina xwe de ev kêlî weke kêliyên dîrokî bi nav kir û got ji 5 hezar salan ve jin li benda van kêliyan in ku ji zilm û desthiladariyê rizgar bibin. Hediya Yûsif wiha axivî: “Em li ser rêya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya jin daniye dimeşin. Tevahî jinên civakê di vê rêyê de karibûn xwe birêxistin bikin û nasnameya xwe biparêzin”.
Yûsif, di nav axaftina xwe de, dîroka têkoşîna rêxistina Yekîtiya Star bi bîr xist û got: “Dema me Yekîtiya Star ava kir, em rojane rastî êrîşên rejîma Baasê dihatin. Di roja îro de û di bin sîwana şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinan rêya sedan têkoşeran şopandin û xwe di nav vê rêxistinê de birêxistin kirin. Jinan pêşengiya şoreşê kirin û civak bi rê ve birin”.
Yûsif bal kişand ser hebûna jinan a di nav Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de û wiha ragihand: “Jinan gavên mezin avêtin. Qanûnên parastina jin derxistin û sîstema hevserokatiyê li tevahî saziyan xistin meriyetê”.
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif di dawiya axaftina xwe de berxwedana jinên Bakurê Kurdistanê ya di parastina xwerêveberiyê de silav kir û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Me jinan mirovahî ava kir û em ê mirovahiyê biparêzin.”