Yuksekdag: Ev dorpêçî wê bê şikandin, berxwedan wê bi ser keve

Yuksekdag nerazîbûn nîşanî qedexekirina pîrozbahiya Newrozê ya li Mêrdînê da û got, "Her der qada Newrozê ye. Ruhê Newrozê ne yê bê qedexekirin e. Ev dorpêçî wê bişkê û gel wê bi ser kevin."

Piştî ku Waliyê Tirk ê li Mêrdînê pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdînê 'qedexe' kir, polîsên Tirk destûr nehiştin Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Meydana Cûmhûriyetê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Yuksekdag li ser vê yekê li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin daxuyanî da çapemeniyê. Di dema daxuyaniya çapemeniyê de Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Mîthat Sancar, Alî Atalan û Erol Dora, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredara Artûklûyê Sevînç Bozan û rêveberên HDP û DBP'ê amade bûn.

'RUHÊ BERXWEDANÊ BERXWEDANÊ NE YÊ QEDEXEKIRINÊ YE'

Yuksekdag da zanîn, ji ber 'qedexeyên' hikûmeta navendî û walîtiyan, îro qada mîtîngê ya li Mêrdînê hatiye dagirkirin û got, "Ji danê sibehê ve ye derdora qada mîtîngê hatiye dorpêçkirin. Gelê me ji bo pîrozkirina Newrozê daketiye kolanan, lê nahêlin xwe nêzî qadê jî bikin. Di heman demê de em dibînin li çar aliyan, li gelek bajaran çalakî û mîtîngên Newrozê hatin qedexekirin. Ev feraseta qedexeker, cara yekê nîne derdikeve pêşiya me. Hemû desthilatdarên siyasî yên zordar, yên naxwazin bi pirsgirêka Kurd re rû li hev bê, naxwazin rejîmeke demokratîk û aştiyane bê Tirkiyeyê, kengî cih lê teng dibe serîl li polîtîkayên qedexeyê didin. Ev yek rastiya desthilatdariya siyasî ya li Tirkiyeyê ye. Lê belê li hemberî vê rastiyê rastiyeke din, rewşeke din heye. Ew jî rastiya gel e, rastiya Newrozê ye. Çi ye ev rastî; qad û kolan nabe li gelan bê qedexekirin. Newroz ruhê piştgirî, berxwedan û gel e ku ne ya qedexekirinê ye."

'HER DER QADA NEWROZÊ YE'

Yuksekdag got, "Dibe ku hin meydan li me qedexe kiribin. Dibe ku em nikaribin bikevin hin meydanan. Lê belê di kevneşopiya me de, di kevneşopiya têkoşîna vî gelî de, di dîroka Newrozê de her der qada Newrozê ye."

Yuksekdag da xuyakirin, ku qedexe û zîhniyeta qedexeker aydî desthilatdariya siyasî ye, lê qad, meydan, kolan û hemû navendên jiyanê yên wan e, yên gelan e. Yuksekdag to, "Wê nikaribin pêşî li şewqa ronahî û agirê Newrozê bigirin."

 'WÊ GELÊN ME BI SER KEVIN'

Yuksekdag bi bîr xist ku gelek caran aktîvîteyên Newrozê hatine qedexekirin, got: "Bê hejmar ev pîrozbahî, ev cejn di nav xwînê, mirinê, tarîtiyê de dakirin. Em ji nav vê xwînê, mirin, tarîtiyê derketin û hatin îro. Em bi hev re ji van rojan jî derbas bibin. Em ji van rojên ku cejna met ê qedexekirin, rojên me yên piştgiriyê tên dorpêçkirin, jî biborin. Ev dorpêç wê belav bibe û wê cejna gelên me, berxwedan û piştevaniya gelên me bi ser keve."

Yuksekdag got "Hevalno îro li Mêrdînê ne tenê mîtînga me ya Newrozê hate qedexekirin. Daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên demokratîk jî qedexe ne. Ev jî tê wê wateyê ku di sînorê giştî Mêrdînê de rewşa awarte, pêkanînên qedexeker xistine meriyetê" û destnîşan kir ku vê biryara qedexeyê ya walîtî û hikûmeta navendî girtiye şermezar dikin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag herî dawî wiha got: "21-22’yê Adarê em ê li her derê, li her taxê agirê xwe yên Newrozê pêxin. Îro jî gelê me yê Mêrdînê wê li her taxê, her navçeyê, li tevahî qadên jiyanê li derdora vî agirî bicive. Li dijî tarîtiya vê zilmê wê bang bihar û ronahiyê bikin. Ez careke din Newroza gelê Mêrdînê pîrzo dikim. Ez Newroza tevahî gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin."