Yuksekdag: Em gavekê jî paş ve navêjin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li ber avahiya partiyê ji gel re axivî û diyar kir ku eger gel dest ji berxwedanê berde wê li Tirkiyeyê dîktatorî û siyaseta zilmê bi serkeve.

Li Êlihê, mitînga ku dê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî tevlîbûna, ji aliyê walitiyê ve hate astengkirin. Derdora avahiya Rêxistina Bajêr a HDP'ê û derdora Stadyuma 16 Mayis jî bi wesayîtên zirxî hate dorpêçkirin. Polîsan hewl dan ku welatiyên ku xwestin werin avahiya partiyê jî asteng bikin lê tevî hemû astengiyan jî bi sedan welatî xwe gihandin avahiya partiyê. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û yên li gel wê, li ber avahiya partiyê ji aliyê welatiyan ve bi coş hate pêşwazîkirin.

Yuksekdag li vir ji gel re axivî. Yuksekdag destpêkê berxwedana xwerêveberiya gel silav kir û biryara qedexekirina mitîngê bi gotinên tund rexne kir. Yuksekdag bal kişand ser berxwedana gel a xwerêveberiyê û wiha berdewam kir:"Bi mehan e gelê me li hemberî zextê koletiyê li qadan li ber xwe dide û serî natewîne, çok naşkîne. Silav ji kesên ku çok neşikandine re."

'EV GEL DIKARE XWE BI RÊ VE BİBE'

Yuksekdag got ku dixwazin berxwedana gel bi barîkat û xendekan terorîze bikin û wiha pê dê çû: "Li her derê siyasetmedarên me kirin hedef. Hevşaredarên me bi operasyonên qirkirina siyasî ji kar hatin dûrxistin. 2 hevşaredarên Êlihê jî ji peywirê girtin. Bi rêyên antîdemokratîk dest danîn ser vîna gel." Yuksekdag diyar kir ku bi girtinan nikarin dest deynin ser vîna gel û gel xwedî wê hêz û ferasetê ye ku xwe bi rê ve bibe.

Yuksekdag diyar kir ku eger gel dest ji berxwedanê berde wê li Tirkiyeyê dîktatorî û siyaseta zilmê biserkeve û got "Ji ber vê yekê em gavekê jî paş ve navêjin. Di demên herî tarî de jî em dest ji demokrasiyê bernadin."

'EM Ê Bİ HEV RE ÇÊKİN, EM Ê Bİ HEV RE BİGUHERÎNİN'

Yuksekdag di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ti kes nikare vî gelî bi awayek ne rewa bi rê ve bibe û gotina xwe anî ser makezagona nû. Yuksekdag anî ziman ku ew makezagoneke demokratîk dixwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hûn ê makezagonê çêkin, em ê bi hev re çêkin. Hûn ê rêveberiyê biguherînin, em ê bi hev re biguherînin."

Yuksekdag piştî axaftinê derbasî avahiya partiyê bû. Tê payîn ku Yuksekdag biçe serdana şaredariyê jî.