Girseya gel a ku di nav de Hevserok û Hevberdevkên KCD, HDK, HDP, DBP û KJA hebû, ji bo 'Meşa Botanê' duh ji Amedê bi rê ket û şeva xwe li Sêrtê derbas kir. Lê belê ji ber berfa zêde ku rê hemû girtin, nekarîbû meşa xwe bibe serî. Di nava komê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek jî hebûn. Bi sedan kesên ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê tevlî meşê bûn, ji ber ku rêya Dihê-Şirnex ji berfê asê bû, li ber avahiya Şaredariya Sêrtê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Piştî ku li ser rewşê agahî hat dayîn, hat ragihandin ku ji ber şert û mercên hewayê meş nikare dewam bike, lê belê di dema herî kurt de ew ê ji rêyên cuda meşa xwe bibin serî.
YUKSEK: DI HER ŞERT Û MERCÎ DE EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN
Yuksek di axaftina xwe ya li vir de got, "Dorpêçiyê rakin. Li dijî zilmê di nava her şert û mercî de em ê têkoşîna xwe bidomînin." Yuksek bal kişand ser hovîtiya li dijî mirovahiyê ya li Cizîr û Silopiyayê tê kirin û anî ziman ku ji ber şert û mercên hewayê ew nikarin meşa xwe bidomînin, lê belê di dema herî kurt de ew ê ji rêyên cuda xwe bigihînin Şirnexê. Yuksek berxwedanên li qadên xwerêveberiyê silav kir û got, "Em ji esên ku tevî mercên sar ên hewayê jî li ber xwe didin, silavên xwe yên germ dişînin."
YUKSEKDAG: MEŞA ME NEQEDIYA YE
Yuksekdag jî got, "Heta ku gelê Kurd bigihêje demokrasiyê em ê meşa xwe bidomînin. Li her xaçerêyê em timî bi serbilindî serkinînin. Di roja destpêkê ya sala 2016'an de dema me ev meşa xwe pêk anîn, me gotin bila mirin, zilm û zordarî nebe. Li ser me mirin û siyaseta zilmê ferz dikin. Lê belê êdî mîada siyaseta zilmê tijî bûye. Li ser gelan dîktatoriya serokatiyê ferz dikin. Em vê qebûl nakin. Yên ku li hemberî vê yekê li ber xwe didin, em wan silav dikin. We li bajarê herî bedew û berxwedêr ê Botanê, biryardariya me xurt kirin. Meşa me li vir neqediya, di dema herî nêz de em ê meşa xwe bibin serî."
Girseya gel piştî daxuyaniyê ber bi bajarên jê hatine ket ser rê.