Yuksek: Pêwîst e gelê Amedê li ser piyan be

Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek li hemberî êrîşan bang li gelê Amedê kir ku li ser piyan bin û got "Em çi dixwazin ku bi tank û topan bajarên me xera dikin. Em azadî û demokrasî dixwazin. Hemû sûcê me ev e."

Li hemberî hewldanên komkujiyê ya hêzên şer ên AKP'ê yên li Cizîr û Sûrê bi hezaran Amedî li ber avahiya DBP'ê civiyan. Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek li hemberî êrîşan bang li gelê Amedê kir ku li ser piyan bin û got "Em çi dixwazin ku bi tank û topan bajarên me xera dikin. Em azadî û demokrasî dixwazin. Hemû sûcê me ev e."

Ji bo polîtîkayên şer ên AKP'ê ku li navçeya Sûr a Amedê û Cizîra Botanê gihiştiye asta hewldanên komkujiyê, bi hezaran Amedî li ber avahiya DBP'ê civiyan. Welatiyên ku bi pêşengiya KCD, DBP, HDP û KJA'yê civiyan bi dirûşmên, "Bijî Serok Apo" û "Gelê Cizîrê û Sûrê ne tenê ye" dest bi meşê kirin. Meş, rastî astengiya polîsan hat ku bi dehan wesayitên zirxî avahiya DBP'ê dorpêç kiribûn. Li gel hemû hevdîtinan polîs rê li ber meşê venekir.

Piştre Hevserokê DBP'a Amedê  Alî Şîmşek axaftinek kir û got wê berxwedana gel êrîşan bişkîne. Şîmşek bang li gel kir û got wê ji bo hevgirtina bi gelê Sûrê re bimeşin.

'BERPIRSYARÊ ŞER ERDOGAN E'

Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek jî bal kişand ser polîtîkayên şer û got berpirsyarê vî şerî Serokkomar Erdogan û hikûmeta AKP'ê ye. Yuksek axaftina we wiha berdewam kir: "Pirsgirêka me bi gelan re tine ye. Pirsgirêka me bi dewleta kujer û hikûmeta zordar re ye. Em çi dixwazin ki bi tank û topan bajarên me xera dikin. Em demokrasiyê, azadiyê dixwazin. Em naxwazin ji Enqereyê werin rêvebirin. Hemû sûcê me ev e."

'PÊWÎST E GELÊ AMEDÊ LI SER PIYAN BE'

Yuksek destnîşan kir gel pergaleke ku xwe bi rê ve bibe daxwaz dike û wiha pêde çû: "Em tiştek şaş naxwazin. Em ji bo hemû Tirkiyeyê dixwazin. Em fedakarî dikin ku hemû gel azad bibin. Em ê peykerên wan kesan çêkin ku hûn îro wan qetil dikin. Ev şer şerê gel a bi hikûmetê re ye. Divê gelê Amedê li ser piyan be. Em ê wek heyetek biçin Sûrê. Ji bo mirinên nû çênebin em ê hewl bidin. Hûn jî li malan û kolanan hişyar bin. Wê azadî û demokrasî bi ser bikeve."

Piştî ku heyet dest bi meşa ber bi Sûrê kir, polîs bi bombeyên gazê û ava şid êrîşê gel kir. Li bajêr alozî berdewam dike.