Yuksek: Hevşaredarên me wê dîsa bên ser karê xwe

Li Bakurê Kurdistanê operasyonên li hemberî Hevşaredarên DBP'yî ku ji ber xwedî li modela "Xwerêveberiyê" ya Meclîsên Gel derketine heta niha 23 jê ji wezîfeyê hatine girtin, dewam dikin.

Li Bakurê Kurdistanê operasyonên li hemberî Hevşaredarên DBP'yî ku ji ber xwedî li modela "Xwerêveberiyê" ya Meclîsên Gel derketine heta niha 23 jê ji wezîfeyê hatine girtin, dewam dikin.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, der barê xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatin ragihandin û girtina Hevşaredaran a bi vê hincetê, ji ANF'ê re nirxand.

23 HEVŞAREDAR JI WEZÎFEYÊ HATIN DÛRXISTIN

Heta niha çend Hevşaredarên we ji wezîfeyê hatine dûrxistin?

Heta niha 23 Hevşaredaren me ji wezîfeyê hatine dûrxistin. 20 ji van ji xwe hatine girtin. Hin Hevşaredarên me bi serbestiya bi kontrol hatine berdan. Hin ji van jî li malê tên ragirtin. Hin jê neçar in rojane îmzeyê bidin. Ev pêkanîna giştî, zextên li hemberî Hevşaredarên me yên herêma Serhedê zêde dike û li wê derê hewl didin pêşî li me bigirin.

Xuyaye li hemberî operasyonên li dijî Hevşaredarên we, nerazîbûneke têrker nayê nîşandan. Di vê mijarê de hûn dixwazin çi bêjin?

Ji wezîfeyê dûrxistin û girtina Hevşaredarên me ti carî nayê qebûlkirin. Kar û barên hemû hevalên me yên ji wezîfeyê hatine dûrxistin kirine, biryarên me yên hevpar in. Ev Hevşaredarên me wê careke din bên ser karê xwe û xizmeta xwe ya ji bo gel bidomînin. Em vê biryara niha li hemberî Hevşaredarên me hatine girtin qebûl nakin, em biryarên bi vî rengî nas nakin. Bi taybetî ti ji biryarên li hemberî Hevşaredarên me hatine kirin, ne hiqûqî ne, ne rewa ne. Hevalên me wê careke din li wezîfeya xwe vegerin.

LI DIJÎ TEVGERA KURD KONSEPTA ŞER TÊ MEŞANDIN

Girtina Hevşaredarên we, pêwendiya xwe bi 1'ê Mijdarê re heye?

Êrîşên niha yên li hemberî Hevşaredarên me, pêwendiya xwe bi hilbijartinê re heye. Lê belê li derveyî hilbijartinê jî li dijî têkoşîna me şerek hatiye destpêkirin. Êrîşek giştî li hemberî temamiya destketiyên gelê Kurd tê kirin. Ev yek bi tenê bi hilbijartinê re nayê vegotin. Pêvajoyek heye ku li hemberî me hatiye destpêkirin. Bi vê ve girêdayî Hevşaredarên me jî rastî êrîşê tên.

EM MODELA XWERÊVEBERIYÊ BI CIVAKÊ RE NÎQAŞ DIKIN

Li gorî we, modela xwerêveberiyê bi têrkerî hatiye vegotin?

Xebatên me yên li ser xwerêveberiyê dewam dikin. Xweseriya Demokratîk di rêziknameya partiya me de heye. Em di wê baweriyê de ne ku projeya Xweseriya Demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî modela herî baş e. Kî vê projeyê pêk bîne, em ê destekê bidin. Di vî warî de em ê destekê bidin, tevkariyê bikin û pêşengiyê bikin. Ji bo nîqaşkirina vê modelê, bi pêşengiya şaredariyên hin panel û konferans tên lidarxistin. Em dikarin pirsgirêkên civakî, aborî û yên mîna wan çawa çareser bikin? Em li ser van nîqaşan dimeşînin. Ev yek pêvajoyek e. Di vê pêvajoyê de em ê hewl bidin hîn bêhtir vebêjin. Em ê bi hin plansaziyan re van bixin meriyetê.

Li dû operasyonên qirkirina siyasî yên di bin navê KCK'ê de hatin meşandin, em dibînin ku pêla herî berfireh a operasyonên girtin û binçavkirinan di vê demê de tê kirin. Hûn polîtîkayê girtinê yên li hemberî daxwaza rêveberiya civakî çawa dinirxînin?

Berdelên têkoşîna azadî û demokrasiyê bêguman giran e. Nepêkan e ku em zextên li hemberî partiya xwe û gelê xwe qebûl bikin. Lİ hemberî vê yekê em ê ji aliyê siyasî, hiqûqî ve têbikoş in. Binçavkirin, girtin û dûrxistina ji wezîfeyê, çareserî nîne. Li holê gelek heye ku demokrasiya herêmî dixwaze, lewma ya rast ew e ku ev bê dîtin û nîqaşkirin. Tepisandina daxwazan heta niha ti encam bi xwe re neaniye. Dewlet ji aliyê gelek hêzan ve hat birêvebirin, kî hat ser desthilatdariyê li dijî Kurdan amûra şer bi kar anî. Lê ti ji van çareserî nedîtin. Herî dawî tê zanîn pêleke mezin a dozên KCK'ê yên girtinê hat destpêkirin. Lê belê piştî demekê, yên em girtin bi xwe hatin girtin. Erka dewletê di çarçoveya hiqûq û demokrasiyê de nehat bikaranîn. Diviyabû ev hêz, ev erk bi awayekî cuda nehatibû bikaranîn. Divê rewşeke demokratîk a her kes karibe xwe lê bi rêxistin bike heybe. Di rewşeke berevahî de tu yê mûxalîfan bigire, sibe dema mûxalîf hat ser desthilatdariyê ew ê jî heman tiştî bîne serê te. Hiqûq veguheriye amûreke bi vî rengî. Eger vê bêhiqûqê bidomînin, roj were wê bên darizandin û girtin.