BI DÎMEN

Yuksek: Em sond dixwin lingê wan nakeve şaredariyê!

Hevserokên DBP’ê Emîne Ayna û Kamûran Yuksek, her wiha hevşaredarên Kurdistanê, Şaredariya Êlihê ziyaret kirin.

Hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulîstan Akel jî di nav de 18 endamên meclîsa şaredariyê ji wezîfeyê hatin girtin, li ser vê, Hevserokên DBP’ê Emîne Ayna û Kamûran Yuksek, her wiha hevşaredarên Kurdistanê, Şaredariya Êlihê ziyaret kirin. Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek li vir axivî û got: “Li pêşiya şaredariya me ya Êlihê, ji ber vê meclîsa gel a bi xwêdana eniya we bi ked û bi berdêlan bûye mafê we, ger hûn derbekarên sivîl, vê şaredariyê ji destê gelê me bi xapandinan bigirin û bidin Walîtiyê, AKP’ê; em sond dixwin lingê wan bi deriyê vê şaredariyê nakeve!”

Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr ji girseya li pêşiya şaredariyê kombûyî re axivî û got: “Tişta ji bo siyasetmedaran serbilindî ye, ev e ku karibe tenê serê xwe li nav gel bigere û pê re bibe yek. Em ser bilind in, rûyê me spî ye. Me nelirêtî, dizî, bêexlaqî nekiriye.”

Piştî Ozdemîr, li ser navê hevşaredarên Kurdistanê, Hevşaredarê Amedê Firat Anli mafê axaftinê wergirt û destnîşan kir ku ji bo bibîr bixin Şaredariya Êlihê ne bi tenê ye, hemû hevşaredar hatine bajêr û got: “Bi saya gelê Êlihê, em li Amedê serbilind in. Wê Êlih di 1’ê Mijdarê de jî serê me bilind bike.”

Piştre Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek mafê axaftinê wergirt. Yuksek diyar kir ku hevşaredarên ku bi dengê gel hatine hilbijartin wê dîsa werin ser wezîfeyên xwe û wiha axivî: “Van destketiyên ku we bi dengên xwe, keda xwe û berdêlên xwe bi dest xistine, jixwe hûn nahêlin ji dest we bigirin, hûn çavên xwe lê nagirin.”

Yuksek destnîşan kir ku ger walîtî li şûna Hevşaredarên Êlihê û endamên meclîsê hin kesan tayîn bike, wê destûrê nedin ku li şaredariyê xwe bi cih bikin. Yuksek xwest ku hevşaredarên ji wezîfeyê dûr xistine, ji bo karibin wezîfeyên xwe pêk bînin, divê astengiyên li pêşiya wan bên rakirin.

Yuksek got: “Li enerjiya xwe, axa xwe xwedî derkevin. Em êdî destûrê nedin ku ji derve werin û mêtingeriyê bikin. Lewre em ê karibin ji xizantiyê, bêkariyê, bê nasnametiyê rizgar bibin, wek her gelî em ê jî karibin li ser axa xwe azadiyê bijîn, xweseriya demokratîk jî ev e. Hevalên me, ji ber vê diparêzin ji wezîfeyê digirin, binçav dikin, dixin girtîgehan, em êdî destûrê nedin tiştên wiha. Li pêşiya şaredariya me ya Êlihê, ji ber vê meclîsa gel a bi xwêdana eniya we bi ked û bi berdêlan bûye mafê we, ger hûn derbekarên sivîl, vê şaredariyê ji destê gelê me bi xapandinan bigirin û bidin walîtiyê, AKP’ê; em sond dixwin lingê wan bi deriyê vê şaredariyê nabe! Ev gel wê destûrê nede. Em dizanin ku bê me bi çi kedê, berdêlî bi dest xistiye, çeperên vî gelî ne. Wê gel li wan xwedî derkeve. Em li hember derbeya we ya sivîl serî natewînin. Dest ji zîhniyet û ferasetên xwe yên derbekar berdin, an jî hûn ê li hemberî xwe berxwedanên mezintir bibînin, têkoşînek dijwartir bibînin.”

...