NÛ BÛ

YRK: Sîxurê ku destê wî di şehadeta Simko Kobanê de heye, hate girtin

Navenda Ragihandinê ya YRK’ê ragihand ku sîxurekî ku destê wî di şehadeta Simko Kobanê de heye, hatiye girtin. Simko Kobanê 19'ê Tîrmeha 2025'an di êrîşa Îranê de şehîd bibû.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser girtin û mikurhatina sîxurekî daxuyaniyek da, ku hate ragihandin destê wî di şehadeta fermandar Simko Kobanê de hebû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke gelê me û raya giştî dizane 19’ê Tîrmeha 2025’an hevrê û fermandarê me Simko Kobanê dema li ser erka xwe ya şoreşgerî bû ji aliyê dewleta Îranê ve hatibû şehîdkirin. Kesê sîxurtî kiriye û ji nêz de destê wî di bûyerê de hebû, Zaniyar Şêxe ku di encama lêpirsîneke berfireh de gelek tiştan eşkere dike."

Ragihandina YRK'ê diyar kir ku wê agahiyên berfireh ên li ser mijarê û dîmenê sîxur Zaniyar Şêxe 19'ê Gulana 2026'an biweşînin.