YPS: Zêdetirî 50 çeteyên Qesrê hatin kuştin
YPS’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên Qesrê yên faşîst li ser qadên xwerêveberiyê bi tank, top, hewan û obusan dewam dike, her wiha çalakiyên yekîneyên berxwedanê jî bi bandor didome.
YPS’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên Qesrê yên faşîst li ser qadên xwerêveberiyê bi tank, top, hewan û obusan dewam dike, her wiha çalakiyên yekîneyên berxwedanê jî bi bandor didome.
Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) têkîldarî çalakiyên li hember çeteyên qesrê daxuyaniyek nivîskî weşand. YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên Qesrê yên faşîst li ser qadên xwerêveberiyê bi tank, top, hewan û obusan dewam dike, her wiha çalakiyên yekîneyên berxwedanê jî bi bandor didome. YPS’ê destnîşan kir ku di berxwedanê de çeteyên qesrê windahiyên zêde dane, rahigand ku zêdetirî 50 polîs û tîmên taybet hatine kuştin.
YPS’ê têkîldarî detayên çalakiyê wiha got:
LI GEVERÊ LI HEMBER WESAYÎTA ZIRXÎ ÇALAKIYA SABOTAJÊ
“17’ê Adarê saet 23.45’an yekîneyên me li hember wesayîta zirxî ya polîsan ku li navenda navçeya Geverê amadekariyên êrîşê dikir, çalakiyek sabotajê li dar xist. Hejmara polîsên mirî û birîndar ên di vê wesayîta bi temamî îmhabûyî de nehat zelalkirin. Piştî 15 deqeyan ambûlansan mirî û birîndar rakirine.
17’ê Adarê danê êvarî di çalakiyên sûîqestê de bi zelalî 2 polîs hatin kuştin.
TAXA CÛMHÛRIYETÊ TÊ BOMBEKIRIN
Şer bi giranî li Taxa Cûmhûriyetê pêk tên. Her çiqasî hêzên dewletê bi tankan hewl dan li Taxa Cûmhûriyetê bi pêş de biçin jî ji ber lêdanên bi bandor ên yekîneyên me pêş neketin. Taxa Cûmhûriyetê bi awayekî zêde bi obus, hewan û tankan tê bombekirin.
LI TAXA CÛMHÛRIYETÊ 9 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN
Li hember tîmên taybet ên li Taxa Cûmhûriyetê li aliyê sûkê hewl dan bikevin avahiyekê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de gelek tîmên taybet hatin kuştin, hejmar nehat zelalkirin.
17’ê Adarê saet 23.00’an li hember polîsên bi wesayîtên zirxî êrîşî Taxa Cûmhûriyetê kirin ji du baskan çalakî pêk hat û şer derket. Di şer de 2 tîmên taybet hatin kuştin. Her wiha gelek jî birîndar hene. Piştî çalakiyê, ambûlandan mirî û birîndar rakirin.
18’ê Adarê danê nîvro saet 10.00’an yekîneyên me yên berxwedanê li taxa Cûmhûriyetê li hember wesayîta zirxî ya Kobra ku tîmên taybet barkirî bû û dihat operasyonê, çalakî li dar xistin. Ev wesayît bi temamî hat îmhakirin û di çalakiyê de 7 tîmên taybet hatin kuştin.
18’ê Adarê şerên dijwar ên ji danê sibehê li Taxa Gungorê destpê kir didomin. Taxa Gungorê bi awayekî zêde bi obus, hewan û tankan tên bombekirin.
17’ê Adarê danê êvarî li rêya Şemzînanê, yekîneyên me yên berxwedanê bi bandor ji nêz ve li 20 leşkerên li ber tankekê dan. Di encama vê de bi zelalî 3 leşker hatin kuştin. Leşkerên din jî mirî û birîndarên xwe li cihê bûyerê hiştin û reviyan.
ŞERVANEKE YPS’Ê JIYANA XWE JI DEST DA
14’ê Adarê li navçeya Kayapinar a Amedê şervaneke me ya YPS’ê dema li malekê dima ji ber îxbarê bi polîsan re ket şer. Şervana me Rizgar Jin ku xwe bi tabanca û bombeya dest diparast, di şer de şehîd ket. Di vî şerî de hejmara mirî û birîndarên polîsan nehat zelalkirin.
LI REZANÊ 21 ÇETEYÊN QESRÊ HATIN KUŞTIN, 24 WESAYÎTÊN ZIRXÎ HATIN ÎMHAKIRIN
14’ê Adarê yekîneyên me yên berxwedanê li Taxa Kaynartepe ya girêdayî navçeya Rezan a Amedê qad bi dest xist. Di heman rojê danê êvarî de li Taxa Kaynartepe bi hêzên dewletê re şer derketiye. Di encama tevahî şerî de bi zelalî 18 tîmên taybet hatin birîndarkirin û 12 jî hatin birîndarkirin. Her wiha 24 wesayîtên zirxî yên hêzên dewletê hatin îmhakirin û 8 wesayîtên zirxî jî hatin derbkirin. Di van şeran de Mordem Wan, Mûnzûr Serhad, Firat Zîlan û şervanekî mey ê YPS’ê yê navê wî nehat zelalkirin şehîd ketiye.
15’ê Adarê li Taxa Mûradiye hêzên me yên YPS’ê mudaxeleyî êrîşa tîmên taybet kir. Li vir 3 tîmên taybet hatin kuştin, 2 jî birîndar bû.
Hêzên dewletê bi teknîkek zêde taxê bombe dike. Di bomberdûmanan de bi taybet gelê me yê sivîl tê hedefgirtin, ji gelê me Ozgur Çelenk, Eyup Çelîk û Huseyîn Huseyînoglû şehîd ketin.
LI MÊRDÎNÊ 20 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN
Ev çend rojên dawî yekîneyên dewleta faşîst bi awayekî zêde ji ser rêya Îpekê ya nêzî Mêrdînê taxên Elîka û Koçera daye ber tank, obus û hewanan. Dîsa hate hînbûn ku nêzî 200 endamên DAIŞ’ê tevlî operasyonan bûne.
17’ê Adarê danê nîvro dema 2 komên tîmên taybet li malekê bi cih bibûn, hêzên me yên YPS’ê çalakî li dar xistin. Ji polîsên qetlîamker ên bûn hedefa bombeyên dest û çekên ferdî, 7 tîmên taybet hatin kuştin. Her çiqasî birîndarên wan zêde bin jî hejmar nehate zelalkirin.
17’ê Adarê piştî nîvro hêzên me 7 tîmên taybet ên li qadê kom bûne kirin hedef û bi bandor lê dan. Ji endamên tîmên taybet ên bûn hedefa roketavêj û çekên ferdî, 4 hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.
17’ê Adarê piştî nîvor saet 15.00’an, yekîneyên me li hember komek tîmên taybet çalakiya sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de bi zelalî 8 tîmên taybet hatin kuştin, gelek jî birîndar jî çêbûn. Piştî çalakiyê, tîmên taybet dîsa hewl dan êrîş bikin. Di encama çalakiyê de tîmekî taybet hat kuştin.
KOBRAYEK HAT ÎMHAKIRIN, TANK HAT DERBKIRIN
17’ê Adarê saet 09.30’an hêzên dewletê dema wê li navbera taxên Dîcle û Cûmhûriyetê hewl dan bi tankek û wesayîtek zirxî ya Kobra bi cih bibin, bûn hedefa hêzên me. Di encam de wesayîta Kobra hat îmhakirin, tankê jî derbe xwar. Her du wesayîtê jî piştre ji aliyê polîsan ji cihê bûyerê hatin kişandin.
2 ÇETEYÊN QESRÊ HATIN KUŞTIN
18’ê Adarê saet 08.30’an dema wesayîta zirxî ya Kobra hewl da bikeve taxê ji aliyê hêzên me hat bêbandorkirin. Piştî çek û termala wesayîta zirxî hat îmhakirin, wesayît ji neçarî vekişiya. Di çalakiya li hember polîsên ku li Taxa Dîcleyê bi kunkirina dîwarên malan hewl didan pêşde biçin jî bi zelalî 2 tîmên taybet hatin kuştin, 2 jî hatin birîndarkirin. 4 ambûlansan ji cihê bûyerê mirî û birîndarên xwe rakirin. Li gor çavkaniyên herêmî, 3 tîmên taybet û çawîşekî pispor hatin kuştin.
NASNAMEYÊN 2 ŞERVANÊN LI ÊLIHÊ JIYANA XWE JI DEST DANE
15’ê Adarê li Taxa Aydinlikevler a navenda Êlihê, di navbera 2 şervanên me û dijmin de şer derket. Di şer de her du şervanên me jî şehîd ketin. Nasnameyên berxwedêrên me yên şehîd wiha ne:
* Roza Botan / Menekşe Ergul / Baba: Agît / 1994’an li Mêrdînê ji dayi bûye / 2015’an tevlî bûye.
* Sekvan Rubar / Ruşen Altun / Dayik: Çîgdem Bav: Veysî / 1993’yan li Mûş-Kopê ji dayik bûye / 2015’an li Amedê tevlî bûye.”