YPS: Li Şirnexê gelek tîmên taybet hatin kuştin

YPS’ê çalakiya vê sibehê ya li dijî Navenda Qademeya Polîsan a li Taxa Bahçelîevler a Şirnexê girt ser milên xwe.

YPS’ê çalakiya vê sibehê ya li dijî Navenda Qademeya Polîsan a li Taxa Bahçelîevler a Şirnexê girt ser milên xwe. YPS’ê diyar kir ku di çalakiyê de gelek tîmên taybet hatin kuştin û cenaze rakirine 23. Fermandariya Tumera Sînor a Jendermeyan, destnîşan kir ku daxuyaniya bi detay a têkîldarî encamên çalakiyê wê piştre bê aşkerakirin.

Li ser êrîşên hêzên dewletê yên li ser Şirnexê, YPS û YPS-Jin li dijî Navenda Qademeya Polîsan a li Taxa Bahçelîevlera Şirnexê ku wek bargeha tîmên taybet tê bikaranîn, çalakî li dar xist. Di çalakiyê de navenda polîsan hat bêkêrkirin, gelek polîsên mirî û birîndar bi wesayîtên zirxî rakirin 23. Fermandariya Tumera Sînor a Jendermeyan.

YPS Şirnex têkîldarî çalakiya li Taxa Bahçelîevler li ser hesabê xwe yê tevna civakî daxuyanî da, çalakî girt ser milên xwe, destnîşan kir ku bersivdayina êrîşên qirkirinê yên li ser Cizîrê ne. YPS’ê da xuyakirin ku di çalakiyê de tîmek wan ketiye hundirê navendê û gelek tîmên taybet kuştine. YPS’ê ragihand ku wê detayên çalakiyê piştre aşkera bikin.

Her wiha tîmên taybet ên li saziyên dewletê yên li taxên Bahçelîevler, Yenîmahalle û Dîcle hatine bicihkirin û wesayîtên zirxî yên di ketin û derketinên taxan de hatine bicihkirin êrîşên li hember taxan bê navber didomînin.

Dîsa, agahî hat girtin ku 4 cenaze birine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.