YPS: Li Nisêbînê yek jê serheng 20 çeteyên Qesrê hatin kuştin
Di çalakiyên şervanên YPS/YPS Jin ên li Nisêbînê de herî kêm 20 çeteyên Qesrê hatin kuştin, ku yek ji wan serheng (albay) e. Her wiha derb li tankekê hat xistin.
Di çalakiyên şervanên YPS/YPS Jin ên li Nisêbînê de herî kêm 20 çeteyên Qesrê hatin kuştin, ku yek ji wan serheng (albay) e. Her wiha derb li tankekê hat xistin.
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser rewşa dawî ya êrîş û berxwedana li Nisêbînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Roja 4'ê Nîsanê li taxa Şehîd Gelhat, yekîneyên me yên YPS'ê tîmekî taybet kuştin. Di heman demê de derb li 2 kepçe û tankekê hatin xistin. Roja 6'ê Gulanê jî, li hemberî9 çeteyên qesrê yên hewl dan bikevin nava taxa Şehîd Gelhat, yekîneyên me yên YPS Jinê çalakiyek pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de 2 tîmên taybet hatin kuştin.
Roja 7'ê Gulanê, li hemberî çeteyên li aliyê Kordon a Weysîka xwestin bikevin nava 2 xaniyan, yekîneyên me çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encamê de li xaniyê yekemîn 3 çete mirin, 2 jî birîndar bûn. Li xaniyê duyemîn jî gelek çete mirin û birîndar bûn, lê hejmar nehat zelalkirin.
8'ê Gulanê li derdora kolana Kordon a taxa Koçera, li hemberî komeke ji 15 tîmên taybet ên jendermeyan ên keşf dikirin, yekîneyên me yên YPS Jinê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de 10 tîmên taybet ên jendermeyan hatin kuştin. Yek ji van jendermeyên tîmên taybet ên hatin kuştin serheng (albay) e. Di heman demê de çeteyên qesrê yên bi hawara vê yekîneya xwe hatin, bû hedefa yekîneyên me. Li vir 4 çeteyên din hatin kuştin.
Roja 5'ê Gulanê li taxa Şehîd Gelhat endamekî me şehîd ket. Agahiyên li ser nasnameya endamê me yê şehîd bi vî rengî ye:
Botan Kato / Abdulselam Dûrsûn / Pîroz-Hasan / Elkê / Di 5'ê Gulanê de li Nisêbînê şehîd ket."