YPS: Em ê xwedî li şerê berxwedanê yê hevala Serhildan derkevin

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê got, "Hevala Serhildan bedena xwe da ber agir û nîşan da ku ti carî dest ji berxwedanê bernade. Em hevala Serhildan bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û destnîşan dikin, ku em ê xwedî li şerê wê yê berxwedanê derkevin."

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Hevala Serhildan (Zehra Eplî), serhildana li dijî mêtîngerî û dagirkeriyê her di dilê wê de bû û bi ruhê xwe yê berxwedêr ti carî serî netewand, di her şert û mercî de bû xwedî meşeke azad, bedena xwe da ber agir û bi vî rengî bersiv da faşîzmê. Hevala Serhildan di berxwedana Amed û Sûrê ya bi pêşengiya YDG-H de cih girt, pêşengî ji berxwedanê re kir û bi kedeke mezin kevneşopiya şervaniya YPS'ê xurt kir. Di têkoşîna me de bû hevaleke mînakdar."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: "Hevala Serhildan; xeleka berxwedanê ya bi Mazlûman dest pê kir, ji Zekiye û Rahşanan dewr girt, sekna qewîn a Ronahî û Mêrîvanan ji xwe re kir mîrate û di meşa bilind a Semayan de tevlî karwanê nemiran bû. Hevala Serhildan bedena xwe da ber agir û nîşan da ku ti carî dest ji berxwedanê bernade. Em hevala Serhildan bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û destnîşan dikin, ku em ê xwedî li şerê wê yê berxwedanê derkevin."