YPG: Operasyonên li hember çeteyan didomin
Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê operasyon û şerên li başûrê Kobanê û li çemê Firatê daxuyinek nivîskî weşand. YPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir hemû êrîşên çeteyan hatine şikandin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê operasyon û şerên li başûrê Kobanê û li çemê Firatê daxuyinek nivîskî weşand. YPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir hemû êrîşên çeteyan hatine şikandin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê operasyon û şerên li başûrê Kobanê û li çemê Firatê daxuyinek nivîskî weşand. YPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir hemû êrîşên çeteyan hatine şikandin, 33 çete hatine kuştin û êrîşên çeteyan li aliyê Çemê Firat hatine şikandin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê encama şer û pevçûnên li başûrê Kobanê û li çemê Firat aşkera kir. YPG’ê got ku di encam de 33 çete hatin kuştin û êrîşên çeteyan li ser çemê Firat û wesayîtên bombebarkiri yên çeteyan li Girê spî hatine bê bandorkirin.
Daxuyaniya fermî ya YPG’ê wiha ye: “Hêzên me şevê din jî pêşketina xwe ya li ber çemê Firatê ya ji milê gundê Qereqozax ve ber bi başûr, ji milê gundê Malha ve ber bi bakur berdewam kirin. Hêzên me yên ku ji milê gundê Qereqozax ber bi başûr ve pêş diketin, şevê din girê Izeaye rizgar kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di pevçûnên li girê Izea ye de nehatine zelalkirin. Hêzên me li vê herême xebatên legerîne meşandin û tevî termekî çeteyan dest danîn li ser 2 kleş, 1 BKC, 1 roketavêja B7, 1 dûrbîn, 1 dûrbîna termal, 1 dûrbîna şevê, 1 bêtel û hejmarek zêde cebilxane û amûrên leşkerî ya çeteyan. Ji ber li herême çeteyan hejmareke zêde mayin çandine, hêzên me yekser xebatên paqijkirina mayinan destpê kirin.
Di navbera komên çeteyan û hêzên me yên ku li ber çemê Firatê pêş dikevin jî pevçûnên dijwar rû dane. Çeteyan, bi armanca peşîgirtina hêzên me li vir xwestin maşîneke teqemenî barkirî biteqînin. Hêzên me ev maşîne ji dûr ve teqandin. Hêzên me li vê herême 1 kamyon û 3 motorsîklet jî rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê herême nehatiye zelalkirin.
Hêzên me li vê herême tevî 7 termê çeteyan dest danîn li ser hewanek 120 mm, 12 guleyên hewana 120mm, hewanek 60mm, 6 roketên hewana 60mm, 1 katuşa, doçkak 12,5mm, 1 kleş, 1 BKC, 1 roketavêja B7, 2.000 fîşeka BKC, 2.100 fîşeka kleş, 1 dûrbîn û hejmarek zêde amûrên leşkerî ya çeteyan.
Hêzên me, êrîş birin li ser çeteyên di navbera gundên Geydadê û Sîna yên başûrê Kobanê. Di vê êrîşê de hejmare kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vir tevî 5 termê çeteyan dest danîn li ser 3 kleş, 1 BKC, 4 bombeya desta û hejmarek amûrên leşkerî.
Komên çeteyan şevê din bi 3 baskan ve li başûr rojhilatê Kobanê êrîşek li dar xistin. Piştî pevçûnên heta îro sibehê saet 07.00’an berdewam kir êrîşên çeteyan hatine şikandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê herême nehatiye zelalkirin.
Şevê din komên çeteyan ji milê rojavayê çemê Firatê hatin û xwastin li hember gundê Şêxler a rojavayê Kobanê êrîşekê li dar bixin. Hêzên me bi awayekî bandor li vê komê xistin. Çeteyan neçar man ji qadê birevin. Çeteyan heman awayî xwestin li hember gundê Qereqozax jî êrîş bikin. Hêzên me ev êrîş jî vala derxistin. Di vê êrîşê de çeteyek hatiye kuştin.
Çeteyên DAIŞ’ê hewldan li başûrê Til Ebyadê êrîşekê li dar bixin. Hêzên me yên ku ewlekariyê herême digirtin, komên çeteyan tespît kirin û yekser li vê herême operasyonek li dar xistin.
20 çeteyên dixwestin bi 2 maşîneya tîpa VAN û motorsîkletek bikevin qadên hêzên me, di demekî kin de ketin dorpeça hêzên me. Piştî pevçûnên li vê qadê 2 VAN û motorsîkletê çeteyan hatine rûxandin. 20 çeteyên ku dixwestin êrîş bikin jî ji aliye hêzên me ve hatin kuştin. Di vê pevçûnê de 6 kleş, 2 roketavêja B7 û 2 BKC hatine destêserkirin. Çekên din a çeteyan di pevçûnan de hatiye îmhakirin.”