YPG: Li Şêx Meqsûdê 3 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da xuyakirin, ku li taxa Şêx Meqsûdê 3 çeteyên qaşo Koalîsyona Sûriyeyê hatin kuştin. YPG'ê diyar kir, êrîşên artêşa Tirk jî li herêmên Efrîn û Kobanê dewam dikin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, êrîşên çeteyên qaşo Koalîsyona Sûriyeyê ku ENKS jî di nav de ye, li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewa dikin.

LI TAXA ŞÊX MEQSÛDÊ 3 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navendê diyar kir, tevgera van komên çete yên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk, li herêma bakurê taxa Şêx Meqsûdê û gundên li bakurê helebê zêde bûye. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dîsa hewldana çeteyan a ketina nava taxê û destwerdana hêzên me ya li van çeteyan jî didome. Roja 29'ê Gulanê 3 çeteyên dixwestin têkevin nava taxê, ji aliyê hêzên me ve hatin kuştin û hewldana wan a êrîşê hat pûçkirin. Di şer de maşînekî leşkerî ya çeteyan jî hat derbkirin."

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK ZÊDE BÛNE

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê jî got, "Êrîş zêde bûne" û ev agahî da:

"Artêşa Tirk di çarçoveya van êrîşan de 29'ê Gulanê nîvê şevê de bi topên obus êrîş bir ser gundên Bêlonê û Maranêz ên Efrînê. Di encama van êrîşan de 3 roketên obusê li gundê Bêlonê, rokete jî li gundê gundê Maranezê ket. 

29'ê Gulanê saet di 17.00 de artêşa Tirk bi çekên giran êrîş birin ser gundê Qeremox ê li rojhilatê Kobanê. Ji ber vê êrîşê welatiyekî me yê sivîl birîndar bû.

Dîsa artêşa Tirk 29'ê Gulanê saet di 21.00 de welatiyên sivîl ên li nêzî deriyê sînor ê Kobanê di nava tevgerê de bûn bê serûber gulebaran kirin."

ÊRÎŞÊN ÇETEYÊN DAIŞÊ

Navendê her wiha got, "29'ê Gulanê saet di 14.00 de çeteyên DAIŞ'ê ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîş birin ser herêma Girê Sor a li başûrê bajarokê Şêxler ê Kobanê."