YPG: Li Helebê 2 çeteyên El Nûsra hatin kuştin

YPG'ê diyar kir ku di operasyoneke li çerxerêya Cendol a Helebê 2 çeteyên El Nûsra hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne.

YPG'ê diyar kir ku di operasyoneke li çerxerêya Cendol a Helebê 2 çeteyên El Nûsra hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Êrîşên çeteyên El Nûsra yên ku di 8'ê Kanûnê danê nîvro ji çeperên xwe yên li Sekin Skeyf, çarxerêya Cendol û rêya Kastello bi topên hawanan li ser taxa Şêx Meqsûd a Halebê dabûn destpêkirin, heta danê êvarê berdewam kirin.

Di şeva 8'ê Kanûnê de hêzên me li dijî nuqteyên çeteyên El Nûsra yên li derdora çerxerêya Cendolê operasyonek lidar xistin. Di encama operasyonê de 2 endamên çeteyan hatin kuştin, 3 çete jî hat birîndarkirin.

LI ÇIYAYÊ KIZANAN MAYÎNÊN ÇETEYAN HATIN BÊBANDORKIRIN

Di 9'ê Kanûnê de hêzên me di milê rojavayê çiyayê Kizwanan de bi armanca paqijkirina herêmê ji mayînên çeteyên DAIŞ’ê, operasyonek lidar xistin. Di operasyonê de mayînên ku di xetên derbasbûna sivîlan de hatibûn çandin hatin bêbandorkirin."