YPG: Hewldana êrîşa çeteyên DAIŞ’ê vala hat derxistin

Hewldana êrîşa çeteyan a li rojhilatê bajaroka Eyn Îsa ya girêdayî Kobanê di encama mudaxeleya hêzên YPG/YPJ’ê de vala hat derxistin.

Hewldana êrîşa çeteyan a li rojhilatê bajaroka Eyn Îsa ya girêdayî Kobanê di encama mudaxeleya hêzên YPG/YPJ’ê de vala hat derxistin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê hewl dane li rojhilatê bajaroka Eyn Îsa ya Kobanê êrîşekê pêk bînın.

Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî hewldana êrîşa li derdora gundê Fatsa wiha got: “Çeteyên DAIŞ'ê li rojhilatê bajaroka Eyn Îsa ya giredayî Kobanê hewl dan êrîşek li dar bixin.

Komên çeteyan şevê din li derdora gundê Fatsa ya dikeve rojhilatê bajaroka Eyn Îsa hewl dan êrîş bikin. Piştî hêzên me li ser van çeteyan de girt li qadê pevçûneke demkurt hat jiyîn û komên çeteyan ji qadê revîn.

Hêzên me duh pişt nîvro nuqteke li nêzîkî heman hêremê li hember çeteyên DAIŞ'ê operasyonek li dar xistin. Di operasyonê de çeteyên ku li bejahiyê çeper û kanal çedikirin hatin hedefgirtin û li vir 2 çete hatin kuştin.”