YPG: Gelek çete hatin kuştin, êrîşên artêşa Tirk berdewam dikin

Navenda Ragihandina YPG’ê der barê rewşa dawî de agahî da û got gelek çete hatine kuştin û her wiha êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojavayê Kurdistanê de didomin.

YPG’ê der barê şerê ku li Rojavayê Kurdistanê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û komên çete yên di bin banê Koalîsyona Sûrî de cih digirin agahî dan û her wiha diyar kir ku artêşa Tirk şeva 8’ê Tîrmehê bi çekên giran êrîş bir ser hêzên wan ên li gundên Ziyaret, Korelî û Aşmê yên ku dikevin Rojavayê Kobanê û gundê Yapsê ya li Rojhilatê Kobanê.

Di daxuyaniyê de her wiha tê diyarkirin, di şerê gundê Sîgorê de bi qasî ku hatiye zelalkirin 65 çete hatine kuştin û 3 maşîneyên leşkerî û treksek çeteyan jî hatiye rûxandin û di lêgerîna qada şer de 35 cenazeyên çeteyan ketine destên wan li gel 9 kleş, 1.000 fîşek û 37 jerjora kleşê, 3 roketavêja B7 (RPG) û guleyên wê, 2 BKC, 1.200 fîşek û zincîrên BKC, 17 bombeya destan, 3 rext, 4 çenteya tendûristî, 1 çenteya amûrên teqemenî di nav de, 4 bêtel, 1 dûrbîna termal, 1 kamera û hejmarek zedê alavên leşkerî.

Daxuyaniya ku ji hêla Navenda Ragihandina YPG’ê hatiye dayin wiha ye:

“Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê Koalîsyona Sûrî de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suriye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13’emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dike.

9’ê Tîrmehê saet derdora 03.00'an de komên çeteyan ji herêma Seken Şebab êrîşek birin li ser Taxa Şêx Meqsûdê. Piştî destwerdana hêzên me li qadê şerekî demkurt qewimî. Qasî hat zelalkirin di vî şerî de 2 endamê çeteyan hat kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên ji ber Pêngava Fermandarê Şehîd Ebû Leyla ya ku bi alîkariya QSD’ê ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve tê meşandin teng bûne, bi êrîşên cur bi cur hewl didin zextê li ser xwe kêm bikin û ji xwe re hêza moralê peyda bikin. Detayên êrîşên çeteyan a bi vê armancê li dar xistin wiha ye;

8’ê Tîrmehê çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundên Haco û Sîgero yên dikevin rojhilatê bajaroka Eyn Îsa êrîşên berfireh li dar xistin. Hêzên me yên ku di cih de bersiv dan êrîşê çeteyan derbên girîng li çeteyan xistin û her du êrîş jî şikandin.

Di şerê li gundê Sîgero de qasî hat zelalkirin 65 çete hat kuştin û 3 maşîneya leşkerî û treksek çeteyan jî hat ruxandin. Di legerîna vê qadê de hêzên me tevî 25 cenazeyê çeteyan dest danîn li ser 9 kleş, 1.000 fîşek û 37 şerjora kleşê, 3 roketavêja B7 (RPG) û guleyên wê, 2 BKC, 1.200 fîşek û zincîrên BKC, 17 bombeya destan, 3 rext, 4 çenteya tendûristî, 1 çenteya amûrên teqemenî di nav de, 4 bêtel, 1 dûrbîna termal, 1 kamera û hejmarek zedê alavên leşkerî.

Komên çete yên ku êrîşî gundê Haco kirin jî ji aliyê hêzên me ve hat ditîn û hêzên me di cih de bi ser çeteyan de girtin. Hêzên me li dijî çeteyên ku dixwestin birevin operasyonek dan destpêkirin. Di şerê li vê qadê de qasî hat zelalkirin 20 çete hatin kuştin û hejmarek zedê çete jî birîndar bûn. Çeteyan kuştî û birîndarên xwe ji qadê dûr xistin. Hêzên me li vir dest danîn li ser 1 panzer, 3 BKC, 8 kleş û balafirek keşfê ya çeteyan.

Di şerê ji bo şikandina êrîşên çeteyan de hevalekî me di gundê Haco de, hevalekî me jî di gundê Sigêro de bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadete.

Çeteyên DAIŞ’ê heman rojê saet derdora 01.00'ê de li nêzî gundê Mekmen a giredayî Şedadê jî li dijî 3 nuqteyan êrîş li dar xistin. Bi bersivdayina hêzên me, li qadê şer qewimî. Di vî şerî de hejmarek çete hatin kuştin û birîndarkirin, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin. Çeteyan piştî vî şerî kuştî û birîndarên xwe bi maşîneyên zirxî ji qadê dûr xistin. Di şerê vê qadê de hevalekî me ku bi lehengî şer dikir gihiştiye şehadete.

Çeteyên DAIŞ’ê heman rojê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn û Jorîn bi çekên giran êrîş birin li ser bajaroka Şêxler a dikeve rojavayê başûr a Kobanê. Çeteyan bi awayekî hemwext xwestin çemê Firatê derbas bikin û êrîşî qadên me bikin. Hêzên me bi bandor li çeteyan xistin û çete neçar man ji qadê birevin. Dema ku çete direviyan di nav wan de teqînek mezin rû da. Sedem û encamê vê teqînê nehat zelalkirin.

Heman rojê di nav çeperên çeteyên DAIŞ’ê de ku li gundê Kadriyê ku dikeve 24 km rojhilatê başûr a bendava Tişrîn a giredayî Kobanê teqîneke mezin rû da. Sedem û encamê vê teqîne jî nehat zelalkirin.

Yek ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya ku sivîl û leşkeran cuda nake, 8’ê Tîrmehê di saetên êvarî de li nêzî gundê Hêma ya dikeve li ser rêya Qamişlo û Amûdê pêk hat. Di encama teqîna mayinê de ku di kelêka rê de hatibû bicihkirin, maşînekî leşkerî ya hêzên me agir pê girtiye. Di vê teqînê de 2 hevalê me birîndar bûn.

Êrîşên Arteşa Tirk ên li dijî axa Rojava li dar dixin, berdewam dike.

Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk şeva 8’ê Tîrmehê bi çekên giran êrîş birin li ser çeperên hêzên me yên li gundên Ziyaret, Korelî û Aşmê yên dikevin rojavayê Kobanê û gundê Yapsê ya dikeve Rojhilatê Kobanê.”