YPG: Êrîşên çeteyan bi temamî hatin têkşkandin
YPG’ê ragihandin ku êrîşên çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam û Tûgayên Sûltan Mûrad ên li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê têk şkandine. YPG’ê destnîşan kir ku gelek çete hatine kuştin.
YPG’ê ragihandin ku êrîşên çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam û Tûgayên Sûltan Mûrad ên li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê têk şkandine. YPG’ê destnîşan kir ku gelek çete hatine kuştin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkîldarî şerê bi çeteyan re daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyan YPG’ê de wiha hat gotin: “24’ê Sibatê saet nêzî 24.00’an çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam û Tûgayên Sûltan Mûrad êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin. Hêzên me di demê de bersiv dan çeteyan, heta danê sibehê saet 05.00’an şerekî dijwar pêk hat. Di şerê li sêgoşeya Seken Şebab, seken Şikeyf û Eşrefiyê de êrîşên çeteyan hatin têkşkandin. Di vî şerî de doçkeyeik 14.5 mm hatiye îmhakirin, Dronek çeteyan hat xistin. Di şer de gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin, lê hejmarek zelal nehat bidestxistin.
Komên çete, domahiya roja 24’ê Sibatê êrîşên xwe domandine.
Komên çete yên ji qada Seken Şebabî ketin êrîşê ji aliyê hêzên me hatin sekinandin. Di vê dijêrîşa hêzên me de, bi zelalî 5 çete hatin kuştin. Êrîşa hemwext a ji derdora Dibistana Extêl jî ji aliyê hêzên me hate şkandin. Di şerê demkurt ê li vê qadê de hejmara mirî û birîndar ên çeteyan nehatin tespîtkirin. Çete danê sibehê bi çekên giran û topên dojehê ve ji qada Mesbeh êrîş pêk anîn û hewl dan bikevin çeperên hêzên me. Hêzên me yên mudaxeleyî çeteyan kirin, êrîş bi temamî şkandin.”
DAIŞ’Ê ÊRÎŞÎ GUNDÊ ŞERGIRAT KIR
YPG’ê diyar kir ku 24’ê Sibatê saet 09.00-14.00’an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî gundê Şergirat ê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa kirine.
ARTÊŞA TIRK SIVÎLEK KUŞT
YPG’ê der heqê êrîşa artêşa Tirk jî agahî da, wiha got: “Artêşa Tirk 24’ê Sibatê saet 23.00’an li hember welatiyên sivîl ên di navbera gundên Sûsik û Tifindir ên li rojavayê Girê Spî de êrîşek pêk anî. Di encama gulebarana artêşa Tirk a welatiyên Ereb kir hedef de welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest daye.
Artêşa Tirk li hember gundê Şediya û derdora wê ya girêdayî navçeya Reco ya Efrînê bi çekên giran êrîşek pêk aniye.”