YPG: Êrîşên arteşa Tirk û çeteyên DAIŞ’ê dewam dikin
Navenda Çapemeniya YPG’ê da xuyakirin ku êrîşên artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên li hember xaka Rojava dewam dikin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê da xuyakirin ku êrîşên artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên li hember xaka Rojava dewam dikin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku artêşa Tirk bi çekên giran êrîşî çeperên wan ên li Aşmê, Korelî, ziyaretê û Kobanê dike. Her wiha êrîşên çeteyan jî didomin.
Di daxuyaniya YPG’ê de ev agahî hatin parvekirin: “Di çarçoveya êrîşan de arteşa Tirk şeva 6’ê Tîrmehê li dijî çeperên hêzên me yên li gundên Aşmê, korelî û Ziyaretê û li dijî Girê Şehîd Hogir ên dikevin rojavayê Kobanê bi çekên giran, çend êrîşên cuda li dar xistine.
7’ê Tîrmehê di saetên şevê de çeteyên DAIŞ’ê jî ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birin li ser bajaroka Şêxler a dikeve rojavayê başûr ê Kobanê.
Çeteyên DAIŞ’ê îro di saetên sibehê de, li herêma dikeve navbera rojavayê bajaroka Eyn Îsa û rojhilatê başûr ê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê êrîşek li dar xistin.Wê têkildarî şer û encamên wê, agahiyên zelal piştre bi raya giştî re werin parvekirin.”