YPG’ê têkîldarî şerên li Kobanê û Efrînê daxuyanî da
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkîldarî êrîşên komên çete û operasyonên li dijî çeteyan daxuyaniyek nivîskî da.
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkîldarî êrîşên komên çete û operasyonên li dijî çeteyan daxuyaniyek nivîskî da.
YPG’ê da xuyakirin ku êrîşên çeteyan ên li ser Kobanê û çiyayê Kizwan hat şkandin, du gundên li Efrînê yên di bin dagirkeriya El Nûsra û Tûgaya Sûltan Mûrat a MÎT’ê de ne hatine rizgarkirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkîldarî komên çete û operasyonên li dijî çeteyan daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
“4’ê Sibatê saet 05.00’an çeteyên DAIŞ’ê li başûrrojavayê Kobanê hewl dan êrîşekê li dar bixin. Komên çeteyan ku dixwestin Çemê Firatê derbas bikin û êrîşî bajaroka Şêxler û gundê Borêz bikin ji aliye hêzên me ve hatin şopandin û di cih de li ser çeteyan de girtin. Piştî destwerdana hêzên me çete neçar man ji qadê birevin.
4’ê Sibatê saet 10.00’an çeteyên DAIŞ’ê li başûrrojhilatê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê hewl dan êrîşekê li dar bixin. Piştî destwerdana hêzên me ya li ser van çeteyên dixwestin bikevin qadên hêzên me, çete neçar man ji qadê birevin.
4’ê Sibatê saet 03.00’an hêzên me li dijî gundên Zaret û Xirebkê ya giredayî beldeya Şêrawa ya Efrînê operasyonek li dar xistin. Ev gundên ku di êrîşên li dijî Efrînê de ji aliye çeteyên El Nusra, Ehrar El Şam û Sûltan Murad wekî navend dihat bikaranîn di demekî kin de ji komên çeteyan hatiye paqijkirin. Piştî operasyona 7 saetan her du gund jî hatin azadkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin.
Di operasyonê de çeteyek bi awayekî mirî hatiye girtin. Dîsa hêzên me 3 kleş, 1200 fîşekê kleş û 52 jerjorê kleşê, 1 roketavêja B7 û 2 gulle û 3 çenteyên roketavêj, 1 çeka sekvanî ya Zagros, 2 çeka Bruno, 2 çîfte, 3 debence, 55 raxt, 10 maskeyên gazê, 15 gulleyên hawana cehennemê, hejmarek zedê amûrên tenduristî û gellek alavên leşkerî hatin bidestxistin.
Di vê operasyonê de hevalekî me ku bi lehengî şer kir gihişt şehadete.
4’ê Sibatê di saetên şevê de çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundê Xerra ya dikeve qûntarê çiyayê Kezwan a rojavayê Hesekê hewl dan êrîşekê li dar bixin. Piştî destwerdana hêzên me, çete neçar man ji qadê birevin.”