YPG’ê nasnameyên 4 şervanên xwe eşkere kir
YPG’ê nasnameyên 4 şervanên berxwedana Helebê yên ku bi qehremanî li ber xwe dane, eşkere kir.
YPG’ê nasnameyên 4 şervanên berxwedana Helebê yên ku bi qehremanî li ber xwe dane, eşkere kir.
YPG’ê nasnameyên 4 şervanên berxwedana Helebê yên ku bi qehremanî li ber xwe dane, eşkere kir.
Navenda Çepemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê şehadeta 4 şehîdên berxwedana Helebê ragihand û nasnameyên wan eşkere kir.
Daxuyaniya ku ji aliyê navenda YPG’ê ve hatiye dayîn wiha ye:
“Ji bo azadkirina Rojava û ji bo Sûriyeyeke demokratîk tekoşîneke bêhempa tê meşandin. Bê guman pêşengtiya vê tekoşine YPG û YPJ dike. Tenê girêdanbûna bi armanc û sozdayina gel û şehîdên xwe ve li hemberî hemû zor û zahmetiyan tekoşîneke dîrokî nişan dan û îro me anîn vê astê. Armanceke mezin xistin peşiya xwe û ji bo axa xwe ji çeteyan paqij bikin ti sînor nasnekirin. Dîsa ji bo axa xwe biparêzin li hemberî hemû zorî û zahmetiyan li ber xwe didin.
Bi lehengî Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ li bajarê Helebê yên ku bersiv dan çend êrîşên çeteyan yên êrîşî Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dikirin, endamê Konseya Leşkeriya li Helebê Serbest Gilo û 3 hevalên wî ji bo parastina gelê heremê û bersiva êrîşê çeteyan bi fedaîtî şer kirin û gihiştin asta şehadetê.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin soza xwe nû dikin ku em ê heta dilopa xwîna xwe ye dawî li ser rê û şopa şehîdan bimeşin.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Cudî Efrîn
Nav û Paşnav: Reşîd Huseyin
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Menan
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn/ Dêr Sewan
Cih Û Dîroka Şehadetê: Heleb/ Seken Şebabî 24/02/2016
***
Nasnav: CanfedaWelat
Nav û Paşnav: Dilo Cîcek
Navê Dayikê: Sebah
Navê Bav: Behçet
Cihê Jidayikbûnê: Cindêrs
Cih Û Dîroka Şehadetê: Heleb/ Bino 24/02/2016
***
Nasnav: Ruken Botan
Nav û Paşnav: Naziliye Talib
Navê Dayikê: Nehle
Navê Bav: Receb
Cihê Jidayikbûnê: Oqewbe
Cih Û Dîroka Şehadetê: Heleb/ Bino 24/02/2016
***
Nasnav: Serbest Cîlo
Nav û Paşnav: Welat Oso
Navê Dayikê: Erziye
Navê Bav: Hemîd
Cihê Jidayikbûnê: Raco/Badên
Cih Û Dîroka Şehadetê: Heleb/ Eşrefiyê 24/02/2016″