YPG’ê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ve nasnameya 4 şervanên xwe yên di şerên 24-25’ê Gulanê yên li derdora Bendava Tişrîn û Şedadê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ve nasnameya 4 şervanên xwe yên di şerên 24-25’ê Gulanê yên li derdora Bendava Tişrîn û Şedadê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.

Di daxuyaniya YPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

“Her şoreş li ser bingeha nirxên dîrokî deng vedide. Dema nirx û şoreşger di nav giyana şoreşê de bigihêjin hev, wê demê ti hêz nikare pêşiya serkeftina wê şoreşê bigire. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê wê heqîqetê nîşanî tevahiya cihanê bide. Yên ku ev heqîqet jiyan şoreşgerên Tevgera Azadiyê bûn. Tevgera Azadiyê bi giyan û wêrekiya wan şoreşgeran dewlemend bû û îro jî di vê şopdariyê de rêya xwe ya tijî şanazî berdewam dike. Ev têkoşîn îro jî li Rojava bi destên pakrewanên dilsoz li hemberî komên paşverû û zalimên zemanê bi vîneke mezin tê meşandin. Bi saya rastiya şehîdên me yên nemir îro gelê me li ser xaka xwe azad dijîn.

"Sebeba hatina min ji bo Kurdistanê gel bû, têkoşîna wan, şerê wan," ev gotinên şehîd Jamie Bright bû ku li Rojava bi navê Gabar Amed dihate naskirin. "Ez ji bo alikariya şoreşê hatime, bi her awayî ku ji destê min were." Sehîd Gabar ku xwedî yek zarok bû bi awayekî dilxwaz ji hezaran kîlometran durtir ji welatê Awûstralyayê (Australia) ji Çileya 2015'an ve tevlî şoreşa Rojava bibû û daxwaza mayîna zêdetir di vî warî de dikir. Şehîd Gabar di xeyalên xwe de piştî dema şer pêşerojek ji bo avakirinê didît, wî dixwest para xwe ji wê serdemê jî bigire. Şehîd Gabar bi rengekî serkeftî cihê xwe di çend pêngavên dijî çeteyên DAIŞ'ê girt û di 25 Gulana 2016'an piştî yek roj ji destpêkirina Pêngava Rizgarkirina Bakurê Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) eniyên wan li nêzî bajarê Şedadê bibûn hedefa êrîşê çeteyên DAIŞ'ê, di şerê wê rojê de tevî heval Gabar, çar hevalên me ku di şikandina êrîşên dijmin de rolên sereke pêkanîn şehîd bibûn.

Weke Yekîneyên Parastian Gel (YPG) em careke din soza xwe ya xwedîderketina bîranînan û bilindkirina têkoşîna wan dubare dikin.”

Nasnameya şervanên YPG’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Gabar Amed

Navê û Paşnav: Jamie Bright

Cihê Jidayikbûnê: Australia 1971

Navê Dayik: Faye Marie

Navê Bav: Malcolm

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Malha 25-05-2016

***

Nasnav: Lewend Demhat

Nav û Paşnav: Muslih Hiro

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Navê Dayik: Şerifa

Navê Bav: Ubêd

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Malha 25-05-2016

***

Nasnav: Zinar Alan

Nav û Paşnav: Hakan Koral

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik: Fatima

Navê Bav: Ezîz

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Malha 25-05-2016

***

Nasnav: Çekdar Sadiq

Navê û Paşnav: Mehmûd Balî

Cihê Jidayikbûnê: Gunde Qumliq, Kobanê

Navê Dayik: Adile

Navê Bav: Servet

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê, Bendava Tişrîn 24-05-2016”