YPG’ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê, bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku di şerên li herêmên Şedad û Silûkê de 3 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Çapemeniya YPG’ê, bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku di şerên li herêmên Şedad û Silûkê de 3 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Çapemeniya YPG’ê, nasnameyên 3 şervanên xwe yên ku di şerê di 7-8’ê Tîrmehê de li herêma Şedad û Silûkê jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir.
Di daxuyaniya Navenda YPG’ê de ev agahî hatin dayîn:
“Li başûrê bajarokê Şedadê ku di Sibata 2016'an ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji destê çeteyên DAIŞ'ê hatibû rizgarkirin, şer bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Çeteyên DAIŞ'ê ji wê demê heta roja îro çeperên şervanên QSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) cihê xwe tê de digire, bi giranî kiriye armanca êrîşên xwe yên cur bi cur. Li gel hemû hewldanên dijmin ku di nav de bikaranîna çekên qedexekirî jî hene, QSD ji her demî bêhtir karîne wê eniyê biparêzin ku welatiyên herêmê bikarin vegerin cih û warên xwe yên jiyanê.
Di çarçoveya vê parastinê de, şervanên YPG ku peywirên xwe yên parastinê li bêjahiya Şedadê de pêk tînin li derdora gundê Mekmen dibin armanca êrîşên çeteyên DAIŞ'ê. Di şer û berxwedana wê herêmê de ku di rojên 7-8'ê Tîrmehê bi dijwarî dewam kiriye, hewldanên çeteyên êrîşkar bi berxwedanek bihêz hatiye şikandin û hêzên dijmin neçar kiriye ji qadên şer birevin. Di şerê wir de 2 hevriyên me ku heta kêliyên dawiyê li hember êrîşên çeteyan li ber xwe dan, bi qehremanî gihîştine şehadetê. Di 8'ê Tîrmehê de jî li gundê Haco a girêdayî Silûkê, yekîneyên me yên YPG bersîva êrîşek cuda ya çeteyên DAIŞ'ê dabûn, li wê herême hevriyê me Demhat Serêkanî ku bi hemû hêza xwe beşdarî şerê parastinê dibe, heta dawiyê şer dike û digihîje şehadetê.
Yekîneyên Parastina Gel bi şehadeta hevriyên xwe (Demhat, Dilşêr û Sîdar) sersaxiyên xwe pêşkeşî tevahî pêkhateyên Rojava dike û bi bîr tîne ku doza azadîxwaziyê bi fedekariya van hevrêyên hêja mezin bûye û pelên xwe geş kiriye. Bila bîranînên hevriyên me, têkoşîna wan ya birûmet û xeyalên wan ên pîroz ji bo pêşerojeke azad, kar û xebata îro xurtir û serkeftinê nesîbê sibeha me bike.”
Nasnameya şervanên YPG’ê yên jiyana xwe ji dest dana wiha ne:
Nasnav: Demhat Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Xidêr Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Serêkanî
Navê Dayik: Fatime
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: Silûk, Gundê Haco / 08-07-2016
***
Nasnav: Dilşêr Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Îsa El-Îsa
Cihê Jidayikbûnê: Serêkanî
Navê Dayik: Firyal
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedad, Gundê Mekmen / 08-07-2016
***
Nasnav: Sîdar Kobanê
Nav û Paşnav: Ebdullah Dînç
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik: Selîme
Navê Bav: Beşîr
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedad, Gundê Mekmen / 07-07-2016