YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên jiyana xwe ji dest dane aşkera kir

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameyên 2 Şervanên YPG’ê yên ku di 24’ê Kanûnê de li bajarokê Sirînê jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya  têkoşeran bi daxuyaniyekê ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

”Berxwedaniya hêzên  YPG/YPJ’ ê ku cihê xwe di nav refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de digirin li dijî komên çeteyan bi hemû dijwariya xwe berdewam dike û serketinê bi xwe re tîne. Ew jî bi saya îradeya ji pola û bi ruhê fedayî yê Yekîneyên me û gelê me yê berxwedêr û welat perwer e .

Di pevçûnên dawî yên ku li başurê Kantona Kobanê pêk hatin de 2 rêhevalên me piştî berxwedaneke mezin tevlî nava refên pakrewanan bûn .

Em wek Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin dibêjin ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî şopdarê rêya şehîdan bin û sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin. “

Nasnameya şervanên YPG’ê wiha ne:

Nasnav: Kemal Tekoşîn

Nav û Paşnav: Mezlun Cokû

Navê Dayikê: Remziye

Navê Bav: Şêxmûs

Cihê Jidayikbûnê: Qoser

Cih Û Dîroka Şehadetê: Sirin / 24’ê  Kanûna 2015’an


Nasnav: Andok Kobanê

Nav û Paşnav: Musa Alaagac

Navê Dayikê: Sacîde

Navê Bav: Huseyin

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Cih Û Dîroka Şehadetê: Sirin /24’ê Kanuna 2015’an