YPG’ê li Efrînê du rojnamevanên Tirk binçav kir

YPG’ê li Efrînê du rojnamevanên Tirk binçav kir

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ku li Rojavayê Kurdistanê gel diparêzin, du rojnamevanên Tirk ên ku bê destûr ketibûn herêmê binçav kirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, duh sibê, li Efrînê nûçegihanê rojnameya Milliyetê Cîhat Arpacik û nûçegihanê rojnameya Starê Kemal Gumuş, ji ber ku bê destûr çûne herêmê ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatin binçavkirin.

YPG’ê piştî ku rojnamevanan birin gundê Burçheyder, li wir her du rojnamevanên Tirk serbest berdan.

Li gorî çavkaniyên nêzî PYD’ê her du rojnamevan, ji ber ku her du rojnamevan xwestine bê destûr bikevin herêmê hatine binçavkirin û piştre jî rojnamevan serbest hatine berdan.

Hate zanîn ku ji rojnamevanan Cîhat Arpacik piştî ku birin gundê Adenan ê 10 km ji Helebê dûr e, ew radestê Artêşa Sûriyeya Azad kirin û li wir serbest hat berdan. Arpacik da zanîn ku ew di dema binçavkirinê de li rastî tu muameleyên xirab nehatin.