YPG’ê: Hêzên me li ser rêya şehîd Xebat ber bi serketinê ve dimeşin

Fermandariya Gîştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Fermandar Xebat Dêrik ku damezirînerê YPG’ê ye, di 4’emîn savegera şehdeta wî de, bi bîr anîn û soza şopandina rêya wî nû kirin.

Bi boneya 4’emîn salvegera şehadeta Demezirînerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Xebat Dêrîk, Fermandariya Gîştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Di çaremîn salvegera şehadeta damezirînerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd Xebat Dêrik, em wî fermandarê mezin bi rêzdarî bibîr tînin. Ji bo pêkanîna hemû armancên pîroz kû şehîd Xebat ji bo wan têkoşiya û canê xwe feda kir, heta avakirina Sûriyeyeke demokratîk û Kurdistanek azad, em soz didin ku rêya wî berdewam bikin.

Şehid Xebat Dêrik şoreşgerekî bi rûmet û fermandarekî wêrek bû, ew her dem di çeperên pêş de çalakî bi rê ve dibirin. 27 salan bi têkoşînek bêhempa, şehid Xebat rolek girîng li her çar parçeyên Kurdistanê pêk anî, fermandarekî weke wî di dîrokê re kêm derbas bûne.

Piştî salên dirêj di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê de, heval Xebat ji destpêka şoreşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê berê xwe da Rojava, tevlî şoreşa gel bû. Li vir parastina wan gel girt ser milên xwe û ew perwerde kir. Şehîd Xebat her wiha pêşengtiya xwepêşandanên ciwanan û rêxistinkirina wan kir. Ji bo rêxistinkirina meclîsên gel û rêvebirina karûbarên civakê şehîd Xebat xebateke bênoqsan da meşandin.

Dema şoreşa Sûriyeyê ber bi şerekî navxweyî ve çû û metirsîyên wê nêzî Rojava bûn. Şehîd Xebat û çend hevalên xwe dest bi avakirina bingeha hêzeke leşkerî kirin ku bikaribe parastina gelên herêmê bike. Şehîd Xebat ji vir û şûn de karê leşkerî û parastina gel wek armanca xwe ya yekemîn pejirand. Bi hemû hêza xwe û bi kedeke mezin ciwanên di nava vê hêzê de perwerde û bi rêxistin kirin. Ji bo perwerdekirin û xurtkirina hêza leşkerî sazî didan avakirin, ew ked û hewldan dibe bingeha avakirina hêzekî neteweyî li Rojavayê Kurdistanê.

Şehadeta şehîd Xebat bandorek mezin li ser Yekineyên Parastina Gel (YPG) û pêşxistina wê kir. Hêzên me bê westandin hewl didin ku xwedî li rêya şehîd Xebat derkevin û tekoşîna xwe mezin û berfirehtir bikin. Bi wê yekê Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ji Efrîn heta Til Koçer, Heleb û Kobanê di nav de, her deverên ku gelê Kurd lê dimîne tên parastin. Yekineyên me heta roja îro karibûn Rojava bi hemû gel û saziyên di erdnîgariya wê de biparêzin. Li hemberê êrîşên hêzên şovenîst ên girêdayi rêjîma Baas û komên çeteyan, hêzên me bi lehengî li ber xwe didin.

Yekîneyên Parastina Gel li ser şopa damezirîner û sembola xwe şehîd Xebat bi rê ketin, ji bo parastina axa Rojavayê Kurdistanê bi sedan şehîd dan û dilsoziya xwe bi rêya şehîd Xebat di her dem û li her cihî nîşan dan û xwedî li hêviyên gelên Rojavayê Kurdistanê derketin ku hemû pêkhateyên wê werin parastin.

Ew hêza ku bi destê şehîd Xebat hat birêxistinkirin îro bîranîna wî bicih tîne, ev hêz di merheleya serketinên mezin de ye, ev hêz bûye serkêşê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), hêza herî xurt di dîroka Sûriyeyê û hêviya yekem ku li beramberî teror û zordariyê biser dikeve û bingehek ji bo lidarxistina sîstemekî demokratîk ku maf û rûmeta hemû gelên Sûriyeyê biparêze dide avakirin.

Bi wê boneyê, em ê bi nûkirina soza xwe ya pêşxistina asta tekoşînê û bicihanîna hêviyên gelê xwe ber bi serkeftinê ve bimeşin heta jiyanek bi rûmet saz bikin. Em bang li hemû ciwanên Rojava dikin di serî de şehîd Xebat, xwedî li xwîna hemû şehîdan derkevin, tevlî refên Yekîneyên Parastina Gel bibin û cihê xwe di nav şoreşa rastiyê de bigirin. Li ser şopa şehîd Xebat Dêrik û hemû şehîdên şoreşa Rojavayê Kurdistanê em ê bi yêkitiya xwe ala serketinê her tim bilind bikin.”