YPG'ê derba giran li DAIŞ'ê xist

Encamên êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya duh a li hemberî bajarokê Sêgiro zelal bûn. Li gorî vê yekê, 65 çete hatin kuştin û gelek çek û cebilxaneyên çeteyên DAIŞ'ê ketin destê hêzên YPG'ê.

Çeteyên DAIŞ'ê duh (8'ê Tîrmehê) saet di 05:00 de ji başûr, rojava û rojhilat ve êrîşî bajarokê Sêgiro yê bi 25 kîlometreyan dûrî bajarokê Eyn Îsa yê li ser rêya navbera Kobanê û Girê Spî ye.

Şervanên YPG'ê bersiveke tund dan êrîşa çeteyan û êrîş şikandin. Piştî şer, şervanên YPG'ê li herêmê dest bi operasyona paqijkirina herêmê kirin. Encamên vê operasyonê zelal bûn. Li gorî vê yekê 65 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Her wiha 3 roketavêjên RPG, 3 roketên wê, 4 HV, 15 kalaşnîkov, 1000 guleyên kalaşnîkovê, 37 jarjor, 4 çekên BKC, 5 zincîrên BKC, 2 qaseyên guleyên BKC, 17 bombeyên destan, 3 rext, 4 çenteyên tenduristiyê, çenteyekî sabotajê, 3 cîhazên bêtêl ên dijîtal,  bêtêlek normal, kamerayek û kasaturayek hatin desteserkirin.