YPG’ê bersiv da Erdogan
Berdevkê YPG’ê Rêdûr Xelîl bersiv da êrîşên Erdogan ên bi ser YPG’ê de û got, ‘’Erdogan nûnertiya terorê dike.’’
Berdevkê YPG’ê Rêdûr Xelîl bersiv da êrîşên Erdogan ên bi ser YPG’ê de û got, ‘’Erdogan nûnertiya terorê dike.’’
Serokkomarê Tirk Erdogan beriya ku biçe Paytexta Polonya Warsoyê û beşdarî civîna NATO’yê bibe, li Balafirgeha Ataturk di civîneke çapemeniyê de dîsa dev avête YPG’ê.
Girêdayî mijarê Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl ji ANHA’yê re axivî û bersiv da gotinên Erdogan.
‘ERDOGAN Û PARTIYA WÎ, TIRKIYE KIRINE CIHÊ KOMÊN TERORÎSTAN’
Rêdûr Xelîl diyar kir, daxuyaniyên Erdogan ên li dijî YPG’ê reşkirin û xapandina raya giştî ya cîhanê ye û got: “ Her ku em serkeftinekê bi dest dixin û derdorê li DAIŞ’ê teng dikin, Erdogan bi awayekî tundtir me bi terorê tewanbar dike. Sedema wê jî bêhtir ji vedîtina belgeyan e ku piştgiriya wan a bi vê rêxistina terorîst û hovane ispat dike. Daxuyaniyên Erdogan ên dawiyê ku beriya civîna NATO`yê hatin dayîn ku YPG`ê weke rêxistinên terorê ên weke DAIŞ û Qaidê nîşan dide, xapandina raya giştî armanc dike.”
Xelîl destnîşan kir ku di rastiyê de Erdogan û Partiya wî AKP, DAIŞ û Cebhet El-Nusra di rêzên rêxistinên terorê ên li Rojhilata Navîn û cîhanê de ne. Pawîst e ev yek ji hêla hemû kesî ve bi zelalî were dîtin. Erdogan û partiya wî AKP ji bo bazirganiya xwîna bê sûcan, Tirkiye kiriye cihê komên terorsîst.
Berdevkê Fermî yê YPG`ê Rêdûr Xelîl diyar kir, terorîst ew e yê ku kesên bê guneh dikuje û gund û bajaran li ser serê niştecihên wan de, hildiweşîne.
Der barê operesyona rizgarkirina Minbicê û rola hikûmeta Erdogan a di vekirina sînor ji bo komên çete de Rêdûr Xelîl ev tişt anîn ziman: “ Bi nêzikbûna girtina sînorê Tirkiye-Sûriye li herêma Minbicê û rêlibergirtina DAIŞ`ê re Erdogan êrîşên xwe yên li hember me zêde dike. Ji ber ku ew di wê baweriyê de ye ku sînor wê ji DAIŞ`ê re werin girtin, gelek rastiyên wan ên veşartî yên piştgirtiya ji bo terorê eşkere bibe û her wiha rastiya ku destê wan ê ketiye nav xwîna gelê Sûriyeyê derkeve holê."