YPG bi civînên gundan pirsgirêkan çareser dike

Hêzên YPG/YPJ’ê piştî azadkirina çiyayê Kizwanan û derdora wê ji bo tespîta pirsgirêkan û rêyên çareseriya wan bi nûnerên gundan re civînek pêk anîn.

Hêzên YPG/YPJ’ê piştî azadkirina çiyayê Kizwanan û derdora wê ji bo tespîta pirsgirêkan û rêyên çareseriya wan bi nûnerên gundan re civînek pêk anîn.

Azad Hesekê yê li ser navê komîteyê axivî diyar kir ku wê pergala demokratîk û xweser a li Rojava hê bi hêztir bibe, pêngava Şehîd Rûbar nîşaneya wê ya herî berbiçav e.

Hesekê anî ziman ku pergaleke ku bi gel re rêxistinkirî û timî têkoşînê esas digire alternatîfeke bihêz e, ji ber vê jî Tirkiye Rojava dike hedef. Hesekê destnîşan kir ku Tirkiye timî li herêmê li pey provokasyonan e, li Ezaz û Cerablûs van polîtîkayên xwe yên qirêj didomîne, lê li hember berxwedana Rojava ev polîtîkayên qirêj têk çûne.

Piştî civînê ji bo YPG bi gelê herêmê re di demeke kurt de têkiliyan pêş bixe û pirsgirêkên herêmê çareser bike meclîsa gel a demkî ya ji 51 kesî hat avakirin. Meclîsê di nav xwe de dîwanan ji 13 kesan ava kir. 

...