YPG: 7 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku êrîşên komên çete yên li ser Taxa Şêxmeqsûdê didomin. Li Eyn Îsa 1 û li Şêxmeqsûdê 6 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê êrîşên komên çete yên li ser taxa Şêxmeqsûd a Heleb û êrîşên çeteyan ku li gelek deveran pêk hatin daxuyaniye weşand.

Daxuyanî wiha ye: 

“18’ê Adarê saet 12.00-14.00’an çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên rojavayê pira Qeraqozax bi çekên giran êrîş birin ser gundê Qereqozax ê dikeve başûr-rojavayê Kobanê. Komên çete bi awayekî hemwext bi çekên giran êrîş birin ser rojavayê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.

18’ê Adarê saet 10.30’an de hêzên me li rojhilatê bajaroka Eyn Îsa operasyonek li dar xistin. Di operasyona ku çeteyên li herême dixwastin mayinan biçînin de qasî hat zelalkirin 1 çete hat kuştin. Piştî destwerdana hêzên me, komên çete yên dixwestin êrîş bikin neçar man ji qadê birevin.

Komên çete saet 11.00’an jî bi çekên giran êrîş birin ser bajaroka Eyn Îsa.

18’ê Adarê çeteyên DAIŞ’ê di navbera bajarokên Mebrûka û Silûk de hewl dan êrîşekê li dar bixin. Komên çete ku ji sînorê Tirkan derbas bûn û nuqteyên Asayîşê hedef girtin, piştî destwerdana hêzên me sînor derbaskirin û revîn.

18’ê Adarê hêzên me li beldeya Xatûniyê ya dikeve rojhilatê Holê xebateke paqijkirina mayinan meşand. Mayinên ku di bejahî de hatin dîtîn ji aliyê hêzên me ve hatin bêbandorkirin.

Êrîşên komên çete yên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dike.

Di çarçoveya van êrîşan de çete 18’ê Adarê danê nîvro ji milên Mesbeh, Seken Şebab û Eşrefiyê êrîşek li dar xistin. Komên çete ku bi topên dojehê êrîş birin ser taxê, saet 15.00’an de jî xwestin ji milê Meqfer û Mekteb Eqtar bikevin taxê. Piştî destwerdana hêzên me li qadê şerên dijwar hatin jiyîn. Di şer de qasî hat zelalkirin 6 çete hatin kuştin. “