YPG: 25 çete hatin kuştin

YPG'ê diyar kir, di şerê li başûrrojhilatê Bendava Tişrînê de, ku ji ber êrîşa çeteyan rû da, 19 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Li taxa Şêx Meqsûd û herêma Seken Şebabê jî, 6 çeteyên koalîsyona Sûriyeyê hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'e diyar kir, êrîşên çeteyên ser bi kaolîsyona Sûrî ku ENKS jî di nav de ye yên li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin.

LI ŞÊX MESÛDÊ 3 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, çeteyan ji 7ê Tîrmehê saet 19.00'an heta 8'ê Tirmehê saet 01.00 topên cehenemê û hawan avêtine taxa Şêx Meqsûdê û hat gotin, "Çeteyan di heman demê de ji herêma Şara Muxaberat jî êrîş birin ser taxa Şêx Meqsûdê. Hêzên me bersiv dan çeteyan û bi qasî hat zelalkirin 3 çete hatin kuştin.

3 ÇETE LI HERÊMA SEKEN ŞEBABÊ HATIN KUŞTIN

8'ê Tîrmehê saet 05.00'an de jî komên çete ji herêma Seken Şebab û rêya Cendol li dijî taxê êrîşek lidarxistin. Piştî bersivdayina hêzên me li qadê şerê giran rû da. Di encama vî şerî de li herêma Seken Şebab maşînekî leşkerî ya çeteyan hat derbkirin û qasî hat zelalkirin 3 çete hat kuştin.  Di êrîşê li ser rêya Cendol de jî hêzên me maşînekî çeteyan derbkirin lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin."

19 ÇETEYÊN DAIŞ'Ê HATIN KUŞTIN, DRONE'YEK HAT XISTIN

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundekî li başûrrojhilatê Bendava Tişrînê ya li Kobanê û ev agahî da:

"7'ê Tirmehê, danê sibehê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê Kadiriyê û derdora wê kir, ku li başûrrojhilatê bendava Tişrînê ya Kobanê ye. Çeteyan bi awayekî hemwext bi topan êrîş birin ser tevahiya herêmê. Di navbera hêzên me û komên çeteyan de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de hêzên me balafirek keşfê ya bi tîpa Drone xistin. Dîsa maşînekî doçkabarkirî ya çeteyan jî di vê şerî de hat rûxandin.

Di vî şerî de bi qasî hatiye zelalkirin 19 çete hatin kuştin. Hêzên me tevî 11 termên çeteyan dest danîn li ser 6 kleş, 1 BKC, 1 roketavêja B7 û gellek cebilxaneya van çekan.

ŞERVANEKÎ YPG'Ê JIYANA XWE JI DEST DA

Hevalekî me ku ji bo şikandina êrîşên çeteyan bi lehengî şer dikir di vî şerî de gihişt şehadetê."

ÊRÎŞA LI ALIYÊ EYN ÎSA HAT PÛÇKIRIN

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya lid ijî gundê Hepsawî yê li rojavayê bajarokê Eyn Îsa jî ji aliyê hêzên wan ve hatiye pûçkirin.

ÇETEYAN JI CERABLÛSÊ ÊRÎŞÎ BAJAROKÊ ŞÊXLERÊ KIRIN

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "7'ê Tîrmehê çeteyên DAIŞ'ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birin ser bajarokê Şêxler ê li başûrrojavayê Kobanê."